Di nava du mirinan de jiyan…
10:04
Mîzgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX – Weletiyên Elkê yên ku malên wan hatin şewitandin bi saetan di nav agir û gulebaranê de man. Jinên ji nava agir li ber gulebaranê hewildidan canê xwe û zarokên xwe rizgar bikin diyar kirin ku dewletê wan di nav du mirina de hiştiye lê ew bi biryarî û hevkariyê ji herdu mirina xelasbûne.
Li Elkê piştî şerê ku di 25'ê Îlonê de qewimî, di navê de yek jê ajokarê ambûlansê 4 sivîl hatin qetil kirin. Malên weletiyan ji alî polîs û leşkeran ve hatin şewitandin. Li Elkê malê ku gûle lêneketine nemane û bi dahan mal hatine şewitandin. Jinên ku agir berdane malên wan û di ser de wan gûlebaran kirin ji JINHA’yê re axivîn . Weletiyê ku ji ber gûlebaranê nikaribûn ji nav agir derbikevin bi saetan di nav dûman û agir de man. Jina bi navê Fikriye Cîn diyar kir ku agir ji ber gûleyên leşkeran bi mala wê ketiye û disa ji ber gûleyan nikaribûne ji malê derbikevin tevî hemû talukeyan jî xwe bi weris berdana xwarê û bi wî awayî xelasbûne. Di nav van kesê ku bi weris hatine xwarê de zarok jî hene zaroka bi navê Cemile Cin wiha behsa bûyerê kir: "Tifek berdan mala me, em reviyan mitbexê du re agir bi mala me ket. Leşkerek li ber derê me bû ki derdiket gule berdidayê bavê min werîs avêt nava min di aliyê din de min berda xwarê. Hîna jî tûfek berdidan û dure sekinin. Piştî gulebaran hinek kêmbû welatî çun agirê mala me tefendin.”
‘Dewlet bi gerila nikare êrîşî sivîlan dike’
Berfo Duva diyar kir ku roja şer derketiye ew zarokên xwe di qata bini ya avahiyê dabûne û hevserê wê jî di qata serê da bûye û wiha behsa wê rojê kir: "Agir bi qata serê ket hevserê min dinava agir de ma bû û nikaribû birêve biçûna. Em jî ji ber gûlebaranê nikaribûn biçûna alikariya wî.” Berfo desnîşan kir ku piştî agir bi qata serê ketiye qata binî di bin dûmanê de maye û wiha dewam kir: "Me di nava gulebaranê de zarokên xwe derxist derve. Di wê demê de agir bi ser wan de hat xwarê lê disa jî me di nav wî agirî û di nava wê gûlebaranê de zarokê xwe xelas kir. Hîn jî ez bawer nakim ka çawa zarokê min xelasbûne.”
Dayika Berfo anî ziman ku xerabûna bajêr li ber çavê wê nayê lê dema gerilayek jiyana xwe jidestdide pir xemgîn dibe û wiha pêde çû: "Dema xaniyê min şewitî min dia kir min got: 'Ya rebî xaniyê min li ber serê wan bigere û tiştek bi kesî nebe.’ Wan ji bo me xwe feda kirine.”
‘Dema me di nav agir de dikir qîrîn gulebaran zêde dibû’
Xezal Ataman ku mala wê û dikana wê hemû şewitye diyar kir ku dema şer derketiye li malê razayibûne bicarekê re dîtiye mala wê di bin gûlebaranê de maye. Xezal desnişan kir ku ji ber van gûlebaranê agir bi mala wê ketiye û wiha behsa bûyerê kir: "Me dikir hawar jî kes nikaribû bihatina alîkariya me. Cinarê bang li eskeriyê kirin ji derketina malê 5 deqe dem dan me. Lê hê du deqe derbas nebû disa despê kirin em bi zorê xelasbûn. Dema dest bi gûlebaranê kirin em hê 5 metre ji xanî dûr neketibûn.” Xezal dama bûyerê ji me re digot xemgîn bû û diyar kir tiştê ku hatiye serê wan bi gotinan nayê tarif kirin û ev tişt anî ziman: "Elkê di navabera çar çiya de ye. Tenê rêyek wê heye wê rêyê jî ser me digrin. Dema me di nav agir de dikir qîrin yekcar berdidan me ya emê bişewitana ya emê bi gûla bihatina kuştin.”
‘Em axa xwe bernadin’
Jina bi navê Taybet Kahraman a ku agir bi qata ser a mala wê ketiye jî got ku dema wê xwestiye ji malê derkeve ew hatiye gulebaran kirin û gûlek li ber piyê wê ketiye û ev tişt got: "DAİŞ a Erdogan bû li me wiha kir. Îşalah xwedê vê zilmê qebûl neke. Emê ya di nav agir da bimrana ya jî emê bi gulê wan bihatina kuştin lê disa jî min got bila em neşewitin tevî hemû gûlebaranan em derketin derve.” Taybet da zanin ku ji roja şer ve şebeke û ceyran li ser wan birîne û dewlet dixwaze ew axa xwe bi terikînin û ev tişt got: "Emê heya mirinê li ser axa xwe bin. Ew me bikujin jî ev axa meye emê bernedin. Evder axa Kurdistanê ye emê vê axê çawa bihêlin. Ji xwe em li ku bin me qetildikin, ji bo wê jî pêwîstî bi koçeberiyê nîne."
Remziya Ataman a ku di dema şer de li zozana bû bi ser mala xwe da tê û dibîne ku tu tiştek jê re nema ye. Remzîya ya ku idara xwe bi sewalkariyê dike diyar kir ku wê ji bo zivitanê mast û penîr amade kiriyê hemû tiştê ku amade kiriye di agir de şewitiye û wiha got: "Tu mal ji me re nehiştine, xwedê vê ne heqiyê ji wan re nehêle."
Bi werisa xwe berdan xwarê
Jina bi navê Fîkriye Cîn a ku ji bo xwe ji agir xelas bike xwe bi werisa berdaye xwarê wiha behsa bûyerê kir: "Agir girte xaniyê me, em ji ber gûlebarana leşkeran nikaribûn bihatina xwarê cînarê me bi hewara me de hatin hevserê min werîs avêt nava min û min berda xwarê. Piştî ku ew jî hat xwarê tup teqiya berê eger di wê demê de em li malêbûna emê hemû bimrana.” Fikriye got ku perê wan, zêrê wan hebûne lê ji xeynî canê xwe nikaribûne tu tiştek xilas bikin û ev tişt got: "Tu kêmasiyê mala me namabûn, hemû tiştên me tamambûn lê hemû şewitandin."
Zaroka 8 salî Sosin Cin ku ji bo ku neşewite wê di qata 4’an de bi weris berdana xwarê jî diyar kir ku dema wê berdane xwarê gelek tirsiyaye. Zaroka 10 sali Cemile Cin jî wiha behsa bûyerê kir: "Tifeke berdan mala me, em reviyan mitbexê du re agir bi mala me ket. Leşkerek li ber derê me bû ki derdiket gule berdidayê. Bavê min werîs avêt nava min di aliyê din de min berda xwarê hîn jî tûfek berdidan û dure sekinin. Dema ku hinek sekinîn welatî çun agirê mala me tefend. Ez barişê dixwazim.”
(ma/zt)