'Dema ku em berxwedana jinên Kurdistanê dibînin baweriya me zêde dibe'
11:03
Ceren Karlıdag/JINHA
İZMİR - Jinên BÎKG'ê yên ku hewildidin li hember konsepta şerê AKP'ê li qadan aştiyê bihonin gotin: "Emê li hember qirkirinên dewletê dengê zaştiyê bilind bikin."
Konsepta şerê AKP'ê û Serokomar Erdogan dayî despêkirin bi qedexeya derketina kolanan û qirkirinan berdewam dike. Jinên Aktivistên Hewla Jinan a Ji bo Aştiyê ya Îzmîrê (BÎKG) a ku li hemberî konsepta şer aştiyê diparêzin diyar kirin ku li Cizîrê qirkirinên hatin jiyankirin, zarokên li Bismilê tên qetilkirin û cenazeyên li ser sînor tên girtin dawiya AKP'ê tînin û gotin: "Dema ku em berxwedana jinên kurd dibînin bawerî û hêviya me zêde dibe."
'Êşên dayîkên li Îzmîrê dijîn bi êşên dayîkên li Bismilê dijîn re hemanin'
Ji jinên aktivist Demet Dilenç ji aliyê dewletê ve qetilkirina Elif Şimşek a 8 salî û Berat Guzel ê 12 salî li Bismilê bibîrxist û da zanîn ku dê desturê nedin zarokên gelê ser vê erdnîgariyê dijîn bên qetilkirin û wiha domand: "Emê jin di tevahî jiyana xwe de aştiyê biqêrin û dest ji zimanê aştiyê bernadin. Emê li hemberî şer li qadan bin. Ziman û rengê êşê nîne. Em jinekim ne dayîkim, lê dikarim êşên dayîkekê par bikim. Êşên dayîkek li Îzmîrê çîbin, yên dayîkek li Bismilê jî hemane. Em jin bûne yek dest."
'Tirsa AKP'ê ji dawîhatina wê ye'
Seval Ekşici jî wiha axivî: "Di demên dawiyê de êdî AKP ne ji bedenên berxwedanê ditirse, êdî ji bedenên bêdawîbûne jî ditirse." Seval destnîşan kir ku sedema nedayîna cenazên YPG/YPJ yiyan û Fermandarê BOG'ê Aziz Guler yên li ser sînor tên girtin jî ev ditirse. Seval da zanîn ku ev tirsa AKP'ê ji ber ku dizane dawiya wê hatiye. Seval anî ziman ku di dema Berxwedana Geziyê û piştî wê de AKP winda kir.
'Divê bêzanin ev şerê sarayê ye'
Seval bilêv kir ku di Berxwedana Kobanê û Rojava de AKP'ê rewabûna xwe winda kir û li ser sindoqan jî hêviya xwe birî û wiha berdewam kir: "Ji ber ji niha ve hêviya xwe ji sindoqan biriye, ji bo wê ye dixwaze bi şer deshilatiya xwe biparêze. Divê bêzanîn ku ev şerê sarayê ye. Gel li hember deshilatiya AKP'ê û polîtîkaya dewletê ya şerxwaz hîn zêdetir bûye hêz û bi cesaret bûye. Em dibînin ku jinên Cizîrê YPJ ji bo xwe mînak girtine. Em jinên li aliyê Tirkiyê jî dixwazin bibin hevparê vê berxwedanê û mil bidin milê hev."
'Dewlet nêrîna civakê li ber çavan nagire'
Ozlem Gunduz jî wiha axivî: "Li Cizîr û Bismilê di nava malê de qetilkirina zarokan qirêjiya şer radixe berçavan." Ozlem diyar kir ku hev mehek zêdetire Dayîkên Aştiyê ji bo ku cenazê zarokên xwe bigirin dem dem kampaniyayan didin despêkirin, lê dewlet nêrîna civakê nagire berçavan û wiha dom kir: "Niha nêzî 20 cenazan li ser sînor li benda girtinê ne. Hîna bi nedayîna cenazeyan jî têrnake, qetilkirinê berdewam dike."
'Baweriya me zêde dibe'
Ozlem wiha axaftina xwe berdewam kir: "Di vê pêvajoyê de parastina zimanê aştiyê gelek zore. Em bi îsrar zimanê aştiyê yê hatî pêşxistin diparêzin, di van demên dawiyê de dewlet me dide zorê. Qirkirinên di demên dawiyê de berdewam dikin dide berçavan ka çiqas AKP ji bo aştiyê bêxwesteke. Li Kurdistanê qetilkirina mirovan êdî rojaneye. Ev jî me gelek dide zorê. Em vê naxwazin. Em dixwazin êdî mirov nemirin û bedenên me yên bêcan bidin me. Heya ji me bê emê alîkariya Kurdistanê bikin. Tiştên tên kirin me li vêderê bêçare dihêle. Lê dema ku em berxwedana jinên li Kurdistanê dibînin bawerî û vîna me ya tekoşînê zêde dibe. Em dixwazin bêjin dê malbatên li Îzmîr û Kurdistanê dijîn emê jin bi wan re hêvî û baweriya xwe biparêzin."
(zt)