Dirbarê serdagirtina korsanwarî de serlêdana sûc

11:40

JINHA

AMED - Dê sibê têkildarî serdagirtina polîsan a di 28'ê îlonê de li hemberî Çapemeniya Azad pêk hat de li Dozgeriya Amedê serlêdana sûc bê kirin.

Dê sibê li hemberî serdagirtina polîsan a di 28'ê îlonê de li hemberî avahiya DÎHA, Azadiya Welat, Weşanxaneya Aram û KURDÎ-DER'ê pêk hat de li Dozgeriya Amedê serlêdana sûc bikin. Polîs ligel biryara lêgerînê û binçavkirinê tuneyî bi ser avahiyê de girt û bi zora çekan xebatkarên saziyan li odeyekê de girtin û pişt re binçavkiribûn. Xebatkarên hatin binçavkirin bi seatan li baxçeyê Midûriyeta Polîsan a Amedê hatibûn girtin û tu prosedurên binçavkirinê nehatibûn kirin. Piştî agahiyên nasnameyên xebatkarên saziyan hatin girtin û 7 saet û niv şunda serbert berdan.

DÎHA, Azadiya Welat, Weşanxenaya Aramnê û KURD-DER dê sibê li hemberî bêhiqûqiya pêk hatî seat di 11.00'an de li Edliyeya Amedê serlêdana sûc bikin.

(zt)