Ji aliyê leşkeran ve 'Şehîdgeha Xerzanê' hat xirakirin
15:33
JINHA
BEDLÎS - Serokomar Erdogan fermana hilweşandina şehîdgehan da û leşker li ser vê fermanê bi rojan "Şehîdgeha Xerzanê" bombebaran kirin. Leşkeran akademiya wir jî bi teqemeniyê ji holê rakirin.
Li Bedlîsê "Şehîdgeha Xerzanê" ev 2 roj in ji hêla balafirên şer û helîkopteran ve tê bombebarankirin û îro leşkeran bi wesayîtên kar bi temamî hilweşandin. Li ser fermana Serokomar Erdogan fermana "Em ê goristanên wan serobino dikin û hildiweşînin" piştî bombebaranê bi wesayîtên kar ketin hundirê şehîdgehê. Wesayîtên kar her derê şehîdgehê hilweşandin û wesayîtên ku nikarîbûn bi biçin jora şehîdgehê bi teqemeniyê hatin teqandin. Li ser şehîdgehê dûman bilind dibe û gelek kewarên meşên hingiv ên gundiyan jî şewitîn.
Her wiha li çoltera derdora şehîdgehê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkeran de pevçûna derketibû didome.
(zt)