Yekîtiya Star konferansa xwe ya 2. li darxist

17:42

JINHA

HESEKÊ - Rêxistina Yekîtiya Star a bajar Hesekê konferansa xwe ya 2. bi avakirina meclîsê û hilbijartina rêveberiyek nû bi dawî bû.

2. Konferansa Rêxistina Yekîtiya Star li salona Şehîd Canfîda li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê hat lidarxistin. Salon bi posterê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, şehîdên şoreşê û alê Yekîtiya Star hat xemlandin. Nûnerê Saziyê Civaka Sivîl, Meclîsê komînan, Rêxistinên sivîl û bi dehan jin beşdarî konferansê bûn. Piştî deqeyek rêzgirtinê Endama Koordînasyona Yekîtiya Star Têkoşîn Ehmet behsa girîngiya rewşa siyasî kir û wiha got: "Serkeftina rêveberiya xweser bi pêşengiya jin pêk hat. Ji ber vê yekê, divê em wek jin xwedî li van nirxan derkevin." Pişt re perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat xwandin.

Her wiha endama Rêveberiya Meclîsa Yekîtiya Star Welîde Botî behsa girîngiya konferansên ku pêk hatine kir û wiha got: "Li hemû bajaran me konferansê xwe li darxist, îro jî em li bajarê Hesekê konferansa xwe li dardixin. Armanca van konferansan avakirina meclîs û hilbijartina nûnerên jinin. Hilbijartina ku bi îradeya demokratîk pêk were dê xebatê me bi hêztir bike."Endama Koordînasiyona Yekîtiya Star Şêrîn Oso jî pêk hatina konferansê wek encama kedên serkeftî nirxand.

Piştre ji bo diyarkirina rêveberî û du cîgirên Meclîsa Yekîtiya Star a bajarê Hesekê hilbijartin pêk hat. Di encamê de Rêvebera Yekîtiya Star a bajarê Hesekê Şêrîn Oso hat hilbijartin û cigîrê wê jî Yusra Muhamed û Enûd Kerojî hat diyar kirin. Di dawiyê de jî ji bo giştî Kantona Cizîrê 5 rêveber hatin hilbijartin.

Di dawiyê de soza şopandina riya têkoşeran hat dayîn û bi gerandina govendê re qediya.

(ee-gb/rc)