Li Şirnexê tax girtin bin dorpêçê
10:10
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Yeşilyurt a Şirnexê bi dehat ewsayîtên zirxî ketin nava kolanan bi guleyên rastîn gel gulebaran dikin û bombeyan diavêjin nava kolanan.
Di saetên serê sibê de polîsan û tîmên tayîbet bi dehan wesayîtên zirxî ser Taxa Yeşilyurt a Şirnexê de girtin. Ji Meydana Omer Kabak heya hemû rêyên diçin taxê hemû girtine bin dorpêçê. Tîmên tayîbet û polîs bi guleyên rastî êrîşî welatiyan dikin û bombeyan di avêjin nava taxan. Ji ber bombeyên polîs di avêjin nava taxan bi dehan malan xusar dîtin.
Gel bi duruşme û lîlandinan daketin kolanan, polîs anonsa valekirina taxan dikin.
Ji taxa girtîn bin dorpêçê dengê çekan bilind dibe.
(dk-ma/zt)