Li Qelqeliyê zaroka 14 salî hat birîndar kirin

12:36

JINHA

WAN - Li navçeya Qelqeliyê leşkeran taxa Tepedamê dorpêç kirin û tax gulebaran kirin. Di gulenbaranê de zaroka 14 salî Saîme Elmas bi guleya li lingê wê ket birîndar bû.

Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê leşker bi wesayîtên zirxî di seatên serê sibê de taxa Tepedamê dorpêç kirin. Welatiyan li hemberî dorpêça leşkeran derketin kolanê û nerazîbûna xwe anîn ziman. Leşkeran tax gulebaran kirin û di encama gulebaranê de zaroka 14 salî Saîme Elmas bi guleya li lingê wê ket birîndar bû.Welatiyan bi derfetên xwe Saîme rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Piştî êrîşê rêveberên DBP û HDP'ê çûn taxê.

Hat ragihandin ku leşker li hemberî berxwedana gel ji wesayîtên zirxî anonsa "belav bibin" dike û gel guh nade leşkeran.

(zt)