Du dewreyên tenduristiyê destpê kir
12:55
JINHA
QAMIŞLO - Navenda Jina Azad a Rojava ji bo welatiyên Qamişlo du dewreyên tenduristiyê destpê kir.
Bi armanca pêşxistina xebatên tenduristiyê li bajarê Qamişlo, Navenda Jina Azad a Rojava li Mala Gel a taxê Hilêliyê û Komîngeha Şehîd Devrîm a taxa Meyselûn 2 dewreyên perwerdeya tenduristiyê destpê kir. Bi dehan welatiyên herdu taxan cihê xwe di nava perwedeyan de digrin.
Di van dewreyan de waneyên derbarê rewşên awerte, dermankirina birîn û şewatê ji aliyê Şehnaz Mûsillî û Silêman Taceddîn tên dayîn.Herdu dewre dê heta mehekê dewam bikin û rojane saetek tê dayîn.
Li gorî rêveberên Navenda Jina Azad a Rojava, armanc ji van organîzekirina dewreyan ew e ku welatî bikarin di hemû rewşên awerte de baş tev bigerin û li hemberî hemû nexweşiyan baldar bin, her wiha xebatên tenduristiyê li bajar pêşde bixin.
(rc)