Di serayê şaredariyê de xebata kolektîf ya jinan

15:38

JINHA

WAN - Hevşaredara Payîzava Yildiz Çetin di civîna danasîna xebatê şaredariyê de diyar kir ku, bi pergala hevserokatî re qada jin a jiyanê û hawira xebatê pêş dikev.

Hevşaradarên Payîzava ya Wanê Yildiz Çetîn û Zekî Yildiz bi armanca bi çapemeniyê re hevdîtin pêk bînin, li ser taştê civiyan. Di civînê de hevşaredar projeyên demê pêş dan nasîn. Hevşaredara Payîzava Yildiz Çetîn destnîşan kir ku, bi sedsalane axên herêmê bê xwedî hatî hêştin û bi zanebûn ax bê berhem hatiye hêştin û got: "Ferseta şaredariya me, şaredariya gelane. Bi xwe xwe rêvedibe, tevî gel bi feraseta hevpar em xebatê xwe didin meşandin. Bê guman kêmahiyên me jî hene lê belê em hewldidin wan kêmahiyan derbas bikin."

'Di atolya merşê de 50 jin dixebitin'

Yildiz da zanîn ku pergala hevseroktî gava despêkê ye ku qada jin berfereh bike û wiha domkir: "Di atolya merşê a ku du salin tê xebitandin 50'î hevalên me ên jin dest bi xebatê kirin. Li şaredariyê despêkê jinek dixebitî niha hêjmar gihêşt 12'e. Di serayê şaredariyê de 15'e hevalên me ên jin dixebitin. Me 2 projeyên kooperatîfê yên çandinî ku jin tê de dixebitin avakir. Her wiha di kooperatîfê de jin dê şimik û perdeyên masê çêbikin. Di heman demê de bi kedê destê jinan em ê bingehê çêkirina turşu û nanê sêlê avabikin."

'Bi kedê xwe min debara xwe kir'

Hatun Tunç a ku di serayê şaredariyê de dixebite, diyar kir ku bi vebûna serayê şaredariyê ew derfetê debarê jiyanê dîtiye û wiha got: "Ji xebata vir gelek kêfxweşim. Ez daxwaz dikim ku salek din jî xebatek wiha pêk were. Bi kedê xwe ez debara xwe û zarokên xwe pêk tînim. Vebûna serayê ji bo me gelek baş bû. Ji bo me sûdê wê gelek bû."

(rc)