Li Şirnexê teqîn
16:10
Cotmeh
1
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li taxa Yeşîlyurtê ya Şirnexê teqînek mezin pêk hat. Bi teqînê re kevirên derdorê bi metreyan bilind bûn û li ser malan ketin.
Li Şirnexê polîs bi wesayîtên zirxî êrîşî taxa Yeşîlyurtê kirin û li taxê teqînek mezin rûda. Di encama teqînê de kevirên derdorê bi metreyan bilind bûn û li ser malan ketin. Der barê mirî û birîndaran de agahiyên zelal nehatin zanîn û li taxê dengê çekan bilind bû.
Hat zanîn ku dema kepçeya polîsan xendekê dagire çûye ber xendekê teqîn pêk hatiy.
(rc)