Li Nisêbînê qedexeya derketina kolanan
17:02
Cotmeh
1
/ 2015
JINHA
MÊRDÎN - Waliyê Mêrdînê li navçeya Nisêbînê seat di 19.00'an de biryara qedexeya derketina kolanan da îlan kir.
Waliyê Mêrdînê serê sibê li taxên Girêmîra, Marînê, Timînarê û Mendîkanê yên navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina kolanan îlan kiribû û vê carê jî li navenda navçeyê qedexeya derketina kolanan îlan kir.
Qedexeya kolanan seat di 19.00'an de dest pê dike û heya fermanekî din a duyemîn dê bidome.
(zt)