Destur nayê dayîn heyet têkeve nava taxa Yeşîlyurt ê

17:21

JINHA

ŞIRNEX - Taxa Yeşîlyurta Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ketin û derketina wê hatiye qedexekirin. Heyeta ku di navê de parlementer û hevşaredar jî hene dema ku xwestin bikevin taxê destur nehat dayîn.

Taxa Yeşîlyurta Şirnexê ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin, ketin û derketina wê hatiye qedexekirin. Di nava taxê de şer û pefçun berdewam dikin. Dema ku heyeta di navê de Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, Hevşaredara Dêrgulê Bêrîvan Ozlem Mutlu û parêzerên ÎHD'ê jî heyî xwestin têkevin nava taxê destur nehat dayîn. Ji nava taxê dengê çekan û teqînan bilind dibe.

(ma/zt)