'Êrîşa ser KURDÎ-DER'ê êrîşa ser zimane'
09:43
JINHA
COLEMÊRG - Révebera KURDÎ-DER'a Colemêrgê Neslihan Kaynak bertek nîşanî serdegirtina navenda KURDÎ-DER'a Amedê da û got: "Em érişa ser Şaxa Kurdî-Der'a Amedê hatiye kirin bi tundi şermizar dikin. Ew ériş ne li saziyé ki hatiye kirin di heman demê de li ser ziman û hebuna gelê kurd hatiye kirin."
Ji bo bidestxistina mafê perwerda bi zimanê dayîkê vê heftê li her devera Bakurê Kurdistanê dibistan hatin boykotkirin. Dibistan hemû vale man, zarok li kuçe û kolanan ji bo xwe dilîstin. Ne tenê li Bakurê Kurdistanê di hemandemê de li gelek deverên Tirkiyê yên ku piranîk kurd lê dijîn dibistan hatin boykotkirin. Di derbarê serdegirtina Şaxa KURDÎ-DER'a Amedê û boykotê de Endama Réveberiya KURDÎ-DER'a Colemérgé Neslihan Kaynak nirxandin kir.
'Êrîşên ser Şaxa KURDÎ-DER'a Amedê ser zimanê kurdî hatiye kirin'
Neslihan di serî de êrîşên ser Navenda KURDÎ-DER'a Amedê hatî kirin bi tindî şermezar kir û wiha axivi; "Em érişa ser Şaxa KURDÎ-DER'a Amedê hatiye kirin bi tundi şermizar dikin. Ew ériş ne li saziyé ki hatiye kirin di heman demê de li ser zimané gelê kurd û hebuna gelê kurd hatiye kirin. Tahemula deshilatiyê li rengé ziman nine. Lê bila baş bizanin ew ziman nadin me, ziman xwezayiye bi mirovan re dayîk dibe. Her çendî ew hewildidin baweriya me ya berxwedanê bişkînin; lê belê em gelek berxwedêrin bi her awayî emê vê kevneşopiya xwe li hemberî hemû astengiyan mezin bikin. Ji ber ku berxwedana me li hemberî qirkirina çand û zimanane. Ji bo wê jî heya yek ziman jî di cîhanê de bê perçiqandin dê tekoşîna me berdewam bike.
'Ziman di xwezaya mirovan de heye pişre nayê dayîn'
Neslihan gotinên Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan yên ser ziman weke; "Me mafê wanê ziman daye" bibîr xist û wiha berdewam kir: "Serokomarê Tirkiyê Tayyip Erdogan her roj radibe û dibêje me zimanê wan daye wan. Mafê ziman ne dê ew bidin me mafek me yê xwezayiye, ji xwezaya me bi me re dijî, pişre bi bişafta serdestan rol û misyona wê hatiye kêm kirin. Ji bo rakirina vê bişaftina heyî em kedê didin. Bila ne tenê bi ziman bêjin, bila ji dil hîs bikin û bi mejiyên xwe tevbigerin wê demê bêjin.’’
Neslihan Di dema vebûna dibistanan de di kesayeta Cemîleya 13 salî û Elîfa 8 salî de zêdebûna qirkirna zarokan bibîr xist û wiha dom kir: "Zarok pêşerojin ew pêşerojê dixwazin biqedînin. Vê qedandinê hem fîzîkî hem jî çandî û jiyanî dikin. Ji bo wê jî divê hemû dayîk di vê ferqêdebin û li gorî vê ferqêdebûnê zarokên xwe mezin bikin. Ji ber ji bo pêşeroja civakan, zarokan xala herî giring û sereke zimane. Ziman hebûn, rument û tarzê jiyana mirovane. Emê ji niha û şonde jî xebatên xwe yên ziman bê navber berdewam bikin."
(zyd/zt)