Berendamên rojnamegeriyê: Aliyê me çapemeniya azade
11:04
Ceren Karlıdağ/ JINHA
İZMİR - Xwendekarên Beşa Rojnamegeriyê yên Zanîngeha Ege yê bertek nîşanî êrîşên ser çapemeniya azad tên kirin dan û gotin: "Ger neçariyek a alî nîşandanê hebe, dê aliyê me çapemeniya azad be. Emê çapemeniya azad bixwînin, bidin xwendin û nûçeyên wê çêkin."
Her diçe bertekên li hemberî di çarçova polîtîkayên şerê AKP'ê dayî despêkirin de êrîşên ser çapemeniya azad berdewam dikin. Berendamên rojnamegeriyê yên pêşerojê bertek nîşanî serdegirtina polîsan a korsan ser avahiya DÎHA, Azadiya Welat, Weşana Aramê û KURDÎ-DER'ê dan û gotin: "Ger neçariyek a alî nîşandanê hebe, dê aliyê me çapemeniya azad be."
'Dê li hemberî şer nûçeyên aşiyê bên'
Sultan Keleş a ku Beşa Rojnamegeriyê pola 3. dixwîne da zanîn ku di dema medyaya sarayê şerê qirêj dide meşandin de bi saya çapemeniya azad ji Kurdistanê nûçeyên aştiyê tên û domand: "Li gel qedexeya derketina kolanan a li Kurdistanê berdewam dike jî DÎHA nûçeyan çêdike ji bo wê rastî êrîşên AKP'ê tê. Tişta ku wan ber bi van kirinan ve dibe ji ber li gel hemû hewildanên wan ên kirinên xwe yên li Kurdistanê veşartinê jî cardin çapemeniya azad kirinên wan derdixin holê ye. Hewildan sîta wan bigirin bi dehan caran sîte sansur kirin, ser wan şidetê dikin, li gel hemû astengiyan jî çepemeniya azad karê xwe berdewam dikin."
'Bi xwendin û zanînê me vî pîşeyî hilbijartiye'
Sultan wiha berdewam kir: "Deshilatî bi fikira yan hunê rojnamegerên min bin, ezê bi her awayî derfetan ji bo we bidim avakirin, yan jî hunê li aliyê çapemeniya azadbin û emê desturê nedin hun pîşeyê xwe bidin jiyan kirin. Dema ku hun di çapemeniya azad de bixebitin dê ev bên serê we. Lê me bi xwendin û zanînê ev pîşe hilbijartiye. "Ger neçariyek a alî nîşandanê hebe, dê aliyê me çapemeniya azad be."
'Rojnamegerî berpirsyariyek mezin dixe ser milê xwendekaran'
Xwendekara Beşa Rojnamegeriyê ya polsa 1. Emek Kilinç jî xirkirin û êrîşên berdewam dikin nirxand û wiha got: "Yên êrîşî HDP, gelê sivîl û çapemeniyê dikin ji heman qenalan hêzê digirin. Ji Metin Goktepe yeha Hrant Dink qirkirina rojnamegeran û hîna em berdewama wê polîtîkaya îmhayê dibînin. Di medyaya şerxwaz de jî heman zimanê erjeng dixebitînin. Berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê xwendekarên rojnameger. Çawa li hember qirkirinê berxwedana gelan mezin dibe, em jî weke hêza çapemeniya zada divê xwe amade bikin."
(zt)