Li Farqînê bi tangan êrîşî sivîlan kirin 4 birîndar hene
11:59
JINHA
AMED - Li navçeya Farqînê ku serê sibehê rêveberiya awarte hate îlan kirin û êrîşa polîsan dest pê kirin. Di êrîşê de 2 jê giran 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Farqînê ku serê sibehê rêveberiya awarte hate îlan kirin û gelek tank ketin taxan. Polîsên rastî berxwedana gel hatin bi tank û topan dixwazin piştî Cizîrê qirkirinek dinê bikin. Li taxa Konak a Farqînê di êrîşa tankê de 2 kes jê 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Farqînê ku serê sibehê rêveberiya awarte hate îlankirin û êrîşa polîsan dest pê kir. Li taxên Konak, Mescît û Tekelê gel li pişt barîqatan li ber xwe didin û ji navçeyê dengê teqînan tê. Mertalên zindî bertek nîşanî êrîşan dan û bun hedefa sekvanan. Birîndar ji aliyê gel ve tên dermankirin û polîs nahêlin ambulans têkeve taxa Konaxê.
(ha/zt)