Leyla Yılan a hat binçavkirin nikare zaroka xwe bimêjîne

12:18

JINHA

STENBOL - Operasonên qirkirina siyasiyên ji aliyê AKP'ê ve hatî despêkirin berdewam dikin. Di nava 40 kesên hatin girin de Leyla Yilan a zaroşîr jî heye. Ji bo ku bikarin zaroka Leyla bibin emniyeta muduriyetê parêzeran serlêdan kirin.

Li gel konsepta şer a giştî AKP operasyonên qirkirina siyasî jî berdewam dike. Di saetên sibê de li navçeyên Bagcilar, Kuçukçekmece, Esenyurt, Gazîosmanpaşa, Esenler, Bahçelîevler, Kadikoy, Sultangazî û li gelek navçeyên din polîsan operasyonên hemwext pêşxistin. Di operasyonan de polîsan, rêveberên HDP û HDK'ê, sendîkavan û edîtora rojnameya Ozgur Gundemê Hîcran Urun jî di nav de 40 kes binçav kirin. Di dema operasyonan de, polîsan taxan dorpêç kirin û deriyê malan şikenandin. Hate zanîn yên hatine binçav kirin birine Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê. Hat zanîn ku di nava lîsta binçavkirinê de navê 66 kesan heye. Di nava yên hatin binçavkirin de Leyla Yilan a zaroka wê 6 mehiye û edîtora Rojnama Ogur Gundemê Hucran Uran jî heye.

Navê kesên hatine binçavkirin ev in: Abdulkerîm Seçkîn, Abdurrahîm Yazol, Alîye Tanriverdî, Atîye Turk, Avniye Tanrikulu, Ayşe Karadag, Betul Katurman, Cafer Aydogmuş, Emîn Acar, Emîn Ank, Engîn Yardimci, Gulay Çelîk, Gulîstan Aydin, Halît Çîftçî, Haluk Agabeyoglu, Hîcran Urun, Huseyîn Gungor, Îsmaîl Kurt, Kemal Karagoz, Leyla Yilan, Mecît Aygun, Mehmet Boğakan, Mehmet Demîr, Mehmet Oran, Mîrza Korkmaz, Muzeyyen Açiş, Nasir Tonguç, Nusret Kaplan, Ramazan Kirkpinar, Refîka Kismet, Sebîha Buzan, Senar Ok, Seyfettîn Kaplan, Subutay Açik, Suleyman Meral, Tahîr Kaya, Tengazer Yılmaz, Yusuf Sumelî, Zeynep Arslan.

(zt)