Zuhal Tekiner: Ji bo komkujî bê rawestandin divê her kes bê Farqînê

14:50

JINHA

AMED - Di encama êrîşên polîs û leşkeran de li navçeya Farqîna Amedê 3 kesan jiyana xwe jidesdan. Li Taxên Farqînê bi marşa 'Mehter' bombebaran dikin. Agahiya 3 kesan jiyna xwe ji dest daye û 7 birîndar hene. Hevşaredara Farqînê Zuhal Tekiner anî ziman ku 4 taxên Farqînê tên bombebaran kirin, gelek birîndar û mirî hene ji ber bombebaranê nikarin têkevin taxan, li taxan qetlîam heye.

Zuhal diyar kir ku dewlet pey heyfê ye, hemû kes ji bo komkûjiyekdin çênebe bila werin Farqînê. Li navçeya Farqîn a Amedê Piştî biryara qedexeya kolanan tîmên taybet û leşkeran bi çekên giran taxên Tekel, Mescît û Konakê dorpêçkirin û pişt re dest bi êrîşê kirin. Li bajar dengê çekan bilind dibe. Ligel êrîşan li taxên berxwedan lê didome helîkoptera polîsan digere. Gel bi diruşmê 'Bijî Serok Apo' liber xwe dide.

Di têketina Farqînê de heyeta ji Amedê çûn parlementere HDP Nursel Aydogan, Hevserokê DBP Ali Şimşek û endamê BDP û DBP hatin asteng kirin. dengê topan ji ketina navçeyê tê bihîstin û ji wesayîtên zirxî marşa 'olurem Turkiyem' bilind dibin û gelek wesayîtên sivîl ji ber gulêbaranê zirar dîtin.

Zuhal bang li hemû civakê kir û got: "Dewlet liwir pê qetlîama civaki ye. Ji bo êrîş bên rawestandin her kes berê xwe bidin Farqînê. Polîs nahêlin em birîndarên xwe jî bigrin. Di nava birîndaran de gelek jin û zarok hene. Ji bo qatlîama Farqînê bisekne divê herkes were Farqînê."

(ha/zt)