Li Farqînê zarokek din jî hat qetilkirin
15:11
JINHA
AMED - Piştî Waliyê Amedê li navçeya Farqînê ya Amedê biryara qedexekirina kolanan da polîs û leşkeran dest bi êrîşan kirin. Hat zanîn ku zarokê 16 sali yê bi navê Vedat Akcanım jiyana xwe ji dest daye û polîsan dest bi sergirtinê malan kirine. Di sergirtinan de hevşaredar Zuhal Tekiner û Kerem Canpolat xistine bin çav.
Li navçeya Farqînê ku serê sibehê rêveberiya awarte hate îlankirin û êrîşa polîsan dest pê kirin. Hat diyar kirin ku ji bo sivîlê birîndar hevşaredar Zuhal Tekiner û Kerem Canpolat alikarê şaredariyê Mehmet Karakoç û endama meclîsê Gulistan Kiliç ji aliyê polîsan ve hatin bin çav kirin û hat zanîn ku wan birin emniyete û paşê hatin berdan.
Hat diyarkirin ku di birîndara bi navê Mehmet Cevat Kartalkuş û Hayriye Hudaverdi rakirine Neweşxana Dewleta Farqînê jiwirjî sewqî nexweşxana Amedê kirine.
Ji aliyê din ve hat diyar kirin ku gelek birîndar hene lê bele ji ber êrîşên polîsan nikarin rakin nexweşxanê. Di êrîşê de hat diyar kirin ku li taxa Qonaxê zarokêk bi navê Vedat Akcanim 16-17 salî jiyana xwe ji dest daye û cenazê Vedat li mizgefta Tekelê tê seknandin.
Li taxên Tekel, Qonak û Mescit de polîsan bi bombe gazê erişe gel dikin. Hat diyar kirin ku li taxa Tekelê sergirtinê malan dikin û gelek kesan xistine bin çav.
Li navçeyê dengê guleyan hejî bilind dibin.
(ha/zt)