'Riya ji aloziyê derketin rêxistin û têkoşîn bi hêzkirine'

15:51

JINHA

ŞIRNEX - Meclîsa Gel a Cizîrê encamnameya Civîna xwe ya awarte eşkere kir. Di encamnamê de derbarê pirsgirêkê civakî, tenduristî , aborî û ekolojî de gelek biryarê girîng hatin girtin.

Meclîsa Gel a Cizîrê encamnameya Lijnaya Giştî ya awerta aşkere kir. Encamname li ber avahiya Mala Gel a Cudî bi daxuyaniyek hat eşkere kirin. Bi tevlîbûna Meclisa Dayîkên Aştiyê, Hevserokê DBP’ê, endamê MEYA-DER’ê û malbatên kesên ku di bûyerê Cizîrê de hatibûn qetilkirin daxuyanî hat xwandin. Daxuyaniya ji aliyê Hevserokê Meclisa Gel Mehmet Tunç ve hatî xwandin. Di encamnameyê de hat gotin ku, ji ber bûyerên dawî û pêvajoya ku hatiye jiyîn di 28’ê Îlona 2015’de civîn hatiye li dar xistin û pirsgirêkên Cizîrê yê civakî, aborî, ekolojî û şaristanî hatine nîqaş kirin.

Mehmet behsa girîngiya pêvajoyê kir û wiha got: "Pevajoya ku ji aliyê Rêber Apo ve hatiye despê kirin ji aliyê AKP’ê ve hatiye bi dawî kirin. AKP’ê li Rojava piştgiriya El Nusra û DAİŞ’ê kir. Li hember vê yekê serkeftina Kobanê û Girê Sipî û disa serkeftina HDP’ê ya hilbijartinê planê AKP'ê vala derxist." Mehmet destnîşan kir ku modernîteya kapîtalîst di nava aloziyê de ye û ji bo gelê Rojhilata Navîn tenê xweseriya demokratîk çareseriye û wiha domkir: "Ji bo ku em ji vê rewşa aloziyê serkeftî derbikevin em ê li hemû qada xwe rêxistin bikin û têkoşîna xwe bi hêztir bikin."

Mehmet diyar kir ku ew dorpêça 9 rojan a li ser Cizîrê û berxwedaniya gel jî nîqaş kirine û di vê çerçoveyê de biryar hatine girtin. Biryarê hatine girtin wiha ne;

*Kesên ku di êrişan de ziyan dîtine ziyanên wan werin tesbît kirin, komîsyon bên avakirin û bi piştgiriya komînan van ziyanan werin derbas kirin.

*Binpêkirinên mafan de lêgerîna mafê civakê were parastin û ev maf ji aliyê komisyona huquqî ve ve werin parastin.

*Belgeselê serhildana Cizîrê were kişandin.

*Ocaxê qumê ku zirarê didin xwezaya Dicle yê û dibin sebeba xeniqandina zarokê bên girtin.

*Li hemû taxan dar bên çandin û parqa zarokan werin çêkirin.

*Ji bo bi hêz kirina jiyana komînal ava kirina tendurê komînal.

*Jin hêza civakî ya bingehîne li ser vî esasî meclisa me bi hişmendiya “ Heya jin azad nebe civak azad nabe” tevdigere û di vê çarçoveyê de ji bo ku li hember zewacê zarokan, qelen, zewacê bedel xedexe bikin xebat hatine despê kirin.

*Meclis li hember suda nehek disekine û li hember kumar, behs, selef bibe asteng

* Ji bo ku gel ji xizmetê tenduristiyê sud werbigre me biryar girt ku li her taxê Ocaxê tenduristiyê bê vekirin.

*Konsepta şer û nêzikatiye li hember gelê me li holê ye ji ber vê yekê jî em bang li hemû kesî dikin ku zarokê xwe neşînin leşkeriyê.

(ma/rc)