Gel cenazeyên xwe li taxê vedişêre
16:10
JINHA
HELEB - Li taxa Şêxmeqsûd a Helebê ambargoya çeteyan didome û cenaze li taxê tên veşartin.
Çeteyên El-Nûsra û tabûra Sultan Murad şevê din bi çekên giran êrîşî taxa Şêxmeqsûd kirin. Di encamê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û 10 welatî jî birîndar bûn.
Çeteyên El- Nûsra û tabûra Sultan Murad şevê din bi çekê giran êrîşê taxa Şêxmeqsûd kirin. Di encamê de 2 zarok jiyana xwe ji dest dan û bi 10'an welatî jî birîndar bûn. Ji ber dorpêça çeteyan a li ser taxê welatî nikarin birîndaran rakin nexweşxanê û cenazeyan bibin goristanê veşêrin. Welatiyên taxê neçar man cenazeyên xwe li taxê veşêrin. Ji ber dorpêça çeteyan welatî di rewşek xeter da dijîn. Hat diyar kirin ku ji şevê din heya niha bêdengî li taxê didome.
(rc)