Dewlet dixwaze buyera Berat veşêre
10:17
Sarya Gozuoglu/ JINHA
AMED - Şahîdên buyera Berat Gûzel ê 12'e salî diyar kirin ku Berat li parkê dema ku dileyst ji aliyê polîsan ve hat qetil kirin û piştre jî madeyek a teqemenî wek fîşekên esman danîn ber serê wî, di heman demê de gotin polîs ji ber ne hêştine welatî mudaxeleyê Berat bikin ew jiyana xwe ji dest daye. Dayîk, bav û xaltîka Berat jî wiha bertekê xwe nîşan dan "Hûnê bi kuştinan nekaribin Kurdan tune bikin."
Di 29'ê Îlonê de li Parka Halîl Îbrahîm Oruç a navçeya Bîsmil ya Amedê zarokê bi navê Berat Gûzel (12) ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin. Berat dema ku birîndar bû gelê Bîsmilê bi armanca ku wî xilas bikin berê xwe dan parkê lê rastî êrîş û astengiya polîsan hatin. Welatiyê bi navê E.D ya ku dema buyer qewimiye li parkê bû, diyar kir ku, eleqeyê Berat bi rewşa ku pêk dihat nînbû û got ku park ji taxa ku bûyer lê diqewimî dûrbû. E.D'e got: "Dema me agahî girt ku Berat birîndar bûye, me berê xwe da nava parkê, wê demê em nêzî sed kes li wir civiyan. Lê destûr nedan ku em xwe nêzî Berat bikin. Gule berdan me û me asteng kirin. Berat li erdê hîna dijî, liv û tevgera wî berdewam dikir."
'Polîs li ber serê Berat tiştek dişibihe fîşekên esmanî danî'
E.D'e destnîşan kir ku piştî Berat hat gulebaran kirin, memûrên ku hatine lêkolîn bikin tiştek ku dişibihe bombeyê danîn ber serê wî û got ew dîmen û wêne jî kişandine û wiha domkir: "Ew zarok qet tiştek nekiribû, ji xwe biçûk bû. Ji bo ku xwe maftar derbixin û bêjin ew êrîş kiriye tiştek ku dişibihe fîşekên esmanî danîn ber serê wî. Lê em li wir bûn û me dît. Dewlet wek her dem zarokên bê guneh qetil dike. Berat jî yek ji wan zarokan bû. Dema ku li erdê birîndar bû, piştî ku me wî hilda ew jiyana xwe ji dest da." E.D'e bertek nîşanî êrîşên polîsan ya li ser Bismilê da û wiha pêde çû: "Êdî bese her roj em agahiya qetilkirina zarokan digrin. Bila dewlet êdî destê xwe ji ser zarokên me vekşîne."
'Zarokên ku em bi kedê mezin dikin dewlet qetildike'
Dayîka Berat Azîze Gûler wêneyê Berat û alê kesk, sor û zer di destê xwe de hilda û wiha got: "Zarokê min çû bila êdî zarokên din neyên qetilkirin. Em dixwazin ev şer bê rawestandin. Em zarokê xwe di nava gelek zor û zehmetiyên jiyanê de mezin dikin, dewlet jî tê û bi aweyek hêsan qetildike. Dilê me dişewite."
'Bi kuştinan hûn nikarin Kurdan tune bikin'
Bavê Berat Yilmaz Guzel jî diyar kir ku buyerên tê jiyankirin terora dewletê dide nîşandan û wiha got: "Bi kuştinan hûn nikarin Kurdan tune bikin, bila kêfxweş nebin yek diçe bi hezaran tê. Berxwedana me dê bi encam be, wek gel em ê azad bibin û Rêberê me jî dê ji girtîgehê derbikeve. Bila serê gelê Kurd saxbe.'
Xaltîka Berat Ûmriye Erdem destnîşan kir ku Berat ne zaroka yekem ne jî a dewiye ku tê qetilkirin û wiha domkir: "Heya ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê şehîdê xwe bişopînin. Berat ne tenê şehîdê me ye şehîdê tevahî gelê Kurde. Şehîd namirin."
(rc)