Li Cizêrê dest bi xebatên ava kiran komînên jinan hatin kirin

10:18

JINHA

ŞIRNEX – KJA yê li navçeya Cizîra Şirnexê bi saziyên civakî re civîn çêkirin û dê dest bi avakirina kominên jinan bikin. Lê vê derê aktivîsta KJA’yê Sêvê Demir axivî û diyar kir ku heyetê xwestine moral bidin Cizîrê ji Cizîrê moral girtine û Cizîr bûye mînaka berxwedanê.

KJA yê piştî êrîşê giran yên li ser Cizîrê û li hember vê berxedana jinên Cizîrê lez da kar û xebatên komînan. Li Bajarê ku xweseriya demokratik lê hatiye ilankirin gav bi gav xweserî lê ava dibe. Jin jî destnîşandikin ku ew di avakirina xweseriyê de dest bi avakirina komînên jinan kirin. Bi vê armancê Meclisa Jinê ya bajêr bi hemû jinên saziyên civakî re civîn girt û komisyonên ku komînan avabikin diyar kirin.

‘Jinê pêşengtiya berxwedanê kir’

Di civîna ku bi rêzgirtina ji bo şehîdên azadî û demokrasiyê despê kir de aktivista KJA’ê Sêvê Demir axivî. Sêvê diyar kir ku heyetên hatine Cizirê da ku hêz bidin Cizirê ji Cizîrê tesîr bûne û wan bi xwe hêz girtiye û ev tişt got: "Îro berxwedana gelê Cizîrê jinên Cizîrê bûye mînak. Îro li Rojava li Kobanê şoreşek pêk hat ê ku damga xwe li vê şoreşê xist jî jina Kurd bû.” Sêvê got ku êdî li bakurê Kurdistanê xwe bi xwe rêvabirin tê jiyîn û wiha dewam kir: "Gelê Kurd di hilbijartinê 7’ê Hezîranê de got ku wan irada xwe diyar kiriye. Serketina HDP’ê jî şoraşa jinê bû. Jinên dengê wan nedihat bihîstin û nedihatin dîtin dengê xwe bi HDP’ê re kirin yek.”

Piştî axaftinê civîn ji çapemeniyê re girtî dewam kir.

(ma/zt)