Li Şirnexê welatiyek ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin
11:33
Cotmeh
3
/ 2015
JINHA
ŞIRNEX - Li Taxa Dîcle ya Şirnexê şeva dinê Haci Lokman Birlik ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin.
Şeva dinê di tevahiya şevê de li Şirnexê şer berdewam kir. Li Taxa Dîcle ya Şirnexê şeva dinê Haci Lokman Birlik ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Cenazê Haci rakirin Nexweşxana Dewletê ya Şirnexê. Dema ku welatiyan bûyer bihîst hemû herikîn baxçê nexeşxanê. Li ber derê nexweşxanê di nava bihezaran welatiyan de parlementerên HDP'ê Leyla Birlik, Faysal Saariyildiz û Aycan Îrmez jî hene. Piştî otopsiyê dê cenazê Hacî ji aliyê bi hezaran welatiyan ve bê definkirin.
(ma/zt)