Selma Irmak: Niha dem dema di qada siyasetê de destan nivîsînê ye

12:18

JINHA

ENQERE - Di vekirina Danezana Hilbijartinê ya Jinên HDP'ê de Hevseroka KCD'ê Selma Irmak got: "Me bi yek kesê despêkir niha em bi milyonan mirovin. Jin ti astengiyan nasnakin. Jinan li çiyayan û Kobanê destan nivîsîn, niha jî dema di qada siyasetê de destan divîsînê ye.

Civîna diyarkirina Danezana Jinan a Hilbijartinê li Navenda Ticareta Cîhanê ya Enqerê bi tevlîbûna gelek jinan despêkir. Di nava jinên beşdarbûne de Dayîkên Aştiyê, Dayîkên Şemiyê bi tulbendên xwe yên sipî beşdarbûn. Her wiha Dayîka Ethem Sarisuluk, Sati Sarisuluk, dayîka Sema Yuce Zennure Yuce, dayîka Cemila Çagirga ya ku li Cizîrê hatî qetilkirin Emine Çagirga, Însiyatîfa Wekheviya Robaran a Hopayê, Nurcan Vahit Aksu, Esmeray, Hevseroka KCD'ê Selma Irmak, dayîka Ekin Ceren Dogruak Hulya Dogruak, Seroka Giştiya EMEP'ê Selma Gurkan, ji Nûneriya AB ya Tirkiyê Sema Kiliçer û gelek jin beşdarbûn.

Jinan gotin; 'Jin jiyan azadî'

Di civînê de ewil Hevseroka KCD'ê Selma Irmak derket ser dikê û bi kurdî axivî. Irmak diyar kir ku li salonê jin tenê nîn in û wiha got: "Sema li vir e, Sakîne, Zîlan û Ekîn li vir in... Hemû bi me re ne û me dişopînin." Selma balkişand ser têkoşîna jinê û anî ziman ku jinan bi rengê xwe têkoşîn da û wiha axivî: "Em ji riyekî dûr hatin.Çîroka ji her yekî me romanek e. Dayîka Zennure li vir e. Pervîn li vir e û çîroka hemûyan heye. Çîroka ji her yekî me ya cuda heye û têkoşîna me heye. Me têkoşîna dilop dilop kom kir û kire hêz. Ji ber wê em têk naçin. Jinên kurd berî têkoşînê ji malê dernediketin. Sînorên wan hatibûn xîzkirin. Em bi dînîtiya azadiyê û evîna têkoşînê hatin van rojan."

'Jinan guhdariya banga azadiyê ya Rêberê Apo kir'

Selma da zanîn ku jinan pişt banga azadiyê got "Em dê li pey Rêberê Apo biçin" û tevlî têkoşînê bûn û wiha axivî: "Rêberê Apo zilamtî kuşt. Em bi yek yekî dest pê kir îro em gihiştin mîlyonan."

Selma bilêv kir ku jin navend civak û welat in û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em derdikevin rêyekî nû. Em dê ji kesên gotin hilbijartinekî nû bêjin a serketin û serfirazî."

(zt)