Bi hezaran welatiyên ji Êlih û Amedê ber bi Farqînê ve ketin rê nikarin têkevin ê
12:53
JINHA
ÊLIH - Li hemberî hewlên qirkirinê ku her kêlî dikare li Farqînê bê jiyîn gelê Êlihê dibin bombebaranê de bûn mertalên zindî û ber bi Farqînê ve ketin rê. Ji Amedê jî bi heman armancê bi hezaran welatî ketin rê lê di ketina Farqînê de hatin rawestandin. Di ketina Farqînê de bi hezaran welatiyan dest bi çalakiya runiştinê kirine.
Li navçeya Farqîna Amedê dibin dorpêçê de di nava 3 rojan de 5 welatî hatin qetilkirin. Hîna li Farqîna şer lê berdewam dike metirsiya qirkirinê heye. Ji Êlihê bi hezaran welatî ber bi Farqînê ve ketin rê, li hember êrîş û qirkirinan canê xwe kirin mertal. Welatiyên ku ji Amedê duh ber bi Farqînê ve ketine rê bi barîqatan pêşiya wan hatiye girtin. Lê Welatiyên ji bo ketina Farqînê bibiriyarin carekdinê ketin ser rê. Carekdinê welatî li hemban cihî hatin rawestandin.
Li hember êrîşên ser şehîdgehan gel bûne mertalên zindî. Welatiyên li hember êrîşan li Şehîdgeha Mawa nobetê digirin komekdinê jî lê zêdebûn. Gelê Êlihê banga xwedîderketina li Farqîn û şehîdgehan li her kesê kirin.
Bi hezaran welatiyên di navê de parlementerên HDP'ê û rêveberên DBP'ê jî heyî di ketina Farqînê de hatine rawestandin. Welatiyên di ketina Farqînê de hatine rawestandin dest bi çalakiya runiştinê kirine.
(zt)