Li Amedê Konseransa Komaleya Nivîskarên Kurdî dest pê kir
13:03
JINHA
AMED - Konferansa Komaleya Nivîsakarên Kurd bi pankarta "Seba neteweyek azad" dest pê kir. Ji Lijneya Nivîskaran Osman Ozçelîk diyar kir ku hikumeta AKP'ê bi polîtîkayên qirêj şerek li Kurdistanê dimeşîne û got ku êdî tû kes nikare gelê Kurd biqedîne.
Konferansa Komaleya Nivîskarên Kurd li ser rewşa wêjeya Kurdî ji dîrokê heya îro, pirsgirîka rêxistin bûyîna nivîskarên Kurd û bandora pirsgirîkan ser wêjeya kurdî li Salona Çand û Hunerê ya Cegerxwîn bi pankarta "Seba neteweyek azad" hat lidarxistin. Konferansê bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir. Li ser navê Komaleya Nivîskarên Kurdî Osman Ozçelîk nivîskarên beşdarvan silav kir û axaftina vekirinê kir.
Osman diyar kir ku karê nivîskaran ne bes nivîsandina hezaran rûpele û got ku divê nivîskar nava gelê xwe de tekoşîna azadiyê bimeşêni. Osman bi lêv kir ku pêwîste nivîskar zimanê xwe yê hatî qedexe kirin xwedî derbikeve û wiha axivî: "Li cîhanê şeş hezar ziman hene û îro çar hezar ziman tê kar anîn. Lê ji van çar hezaran sê hezar ziman ber bi winda bûnê ve diçin. Li Tirkiyeyê ji hikumeta AKP'ê bi şerê dayî dest pê kirin polîtîkayekê qirêj li ser gelê Kurd dimeşêne. Dixwazin bi şerê qirêj zimanê me jî windabike."
Osman destnîşan kir ku bi hezaran kurd ji ber zimanê xwe û nasnameya xwe hatiye qetilkirin û wiha berdewam kir: "Hikumeta AKP'ê hêwiyekê da gelê Kurd û lê piştre dîsa vegeriya hişmendiya berê ya dewletê tirk. Li Kurdistanê şerek qirêj tê meşandin. Berxwedana gelê me ya li hemberê şerê qirêj jî berxwedana ziman û nasnameyê ye. Emê jiyana xwe avabikîn. Divê nivîsakarên Kurd bi avakirina xweseriya demokratîk jî di tekoşîna azadiyê de bi gelê xwe re be."
Osman girêdayî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî wiha axivî: "Tû pirgsirîk bi şer nayê çareser kirin. Gelek kesên weke Erdogan di got; 'Ezê gelê Kurd bi şer bi qedênim.' Lê ew qedîyan, ne gelê Kurd qedîya ne jî tekoşîna azadiya gelê Kurd qediya."
Piştî axaftina vekirinê konferans ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.
(ha-şa/zt)