Şervanên YPJ’ê bigirseyî hatin oxirkirin

15:52

JINHA

AMÛDÊ - Cenazeyên sê şervanên YPJ'ê ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Şehîd Îsmaîl a bajarê Amûdê ji aliyê bi sedan welatî ve hatin oxir kirin. Peyman Elî, Sema Derya û Hêlîn Cûdî li goristana Şehîd Ismaîl a bajarê Amûdê hatin oxirkirin.

Li bajarê Amûdê a Kantona Cizîrê cenazeyê sê şervanên YPJ'ê ên di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane bi merasîmekî girseyî hatin oxir kirin. Şervanên YPJ'ê Peyman Elî û Sema Derya ên ku di 22'ê Îlona 1014'an de dema vekirina korîdora di navbera Cizîr û Kobanê de li bajarê Mebrûkê jiyana xwe ji dest dabûn, piştî lêkolînê hatin dîtin. Her wiha şervana YPJ'ê Hêlîn Cûdî a ku di 1'ê Cotmeha 2015'an de di encama qezayek de jiyana xwe ji dest daye bi merasîmek girseyî ew birin Goristana şehîd Îsmaîl. Piştî deqeyek rêzgirtinê bi tevlîbûna Serokê Desteya Parastinê Ebdilkerîm Sarûxan, Cîgirên Serokê desteya Parastinê Hêvî Elî û Ebdîlehed Gewriyê, Serokê Desteyê Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo û Endamên Desteya Rêverbir ya TEV-DEM'ê û bi sedan welatî hersê cenazeyê şervanên YPJ'ê hildan ser milê xwe û ber bi goristanê ve meşiyan.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî Endama Desteya Rêvebir ya TEV-DEM'ê Henîfe Hisên û Rêveberê Desteya Karûbarên Şehîdan Rêzan Gulo axivîn û ji bo malbatê hersê têkoşeran sersaxî xwestin û diyar kirin ku, derfetê jiyana azad bi xwîna lehengên jin hatine avakirin û wiha gotin: "Bi saya şehîdên xwe em bersivê hemû êrîşan didin. Têkoşîna me dê bi hêztir bibe û berxwedana gel wê bi ser bikeve."

Girse piştî merasîma leşkerî û axaftinê hersê şervanên YPJ'ê spartin axê.

(rc)