‘Ji bilî berxwedanê tu rê nema ye’

15:57

JINHA

SİRNEX – Gelê Şirnexê cenazê Hecî Lokman Bîrlik bi girseyî defin kirin. Di merasîmê de Rêvebirê DBP’ê Xurşît Kûlter axivî û diyar kir ku ji berxwedanê pêve tu rê li pêşiya Kurdan nema ye.

Li Şirnexê Hecî Lokman Bîrlik tevî baranê ji aliyê deh hezaran ve hatin defin kirin. Ciwanê bi navê Hecî doh li taxa Dicleyê ji aliyê weseyîtê zirxî ve hatibû birindarkirin û bi aweyekî hovane hatibû infaz kirin. Cenezê Hecî, piştî kar û barên otopsiyê ji Nexweşxana Dewletê hat girtîn û ber bi şehîdgeha Şirnexê ve birêxistin. Cenazê Hecî li navenda bajêr biser milê xwe heya mizgefta taxa Dicleyê birin. Li wê nimêja girseyi ya cenaze hat kirin û girse ji wê jî bi durişmên “Şehîd namirin”, “ Tolhildan tolhildan” û “ PKK gel e gel li vir e” berz kirin. Ji bo Hecî li ber mizgeftê merasimek pêk hat. Hevserokê Şaxa MEYA-DER’a Şirnexê Mele Xalit Gungen piştî rêzgirtinê axivî û diyar kir ku êdî rojê seknandinê bi dawî bûne û ev tişt got: “Emê li gelê xwe li axa xwe, li dînê xwe xwedî derbikevin.”

‘Ev 40 sale ev gel teslîm nebû’

Parlementerê HDP‘ê Faysal Sarîyildiz jî got ku pergala AKP’ê ya dagirker ciwanek din jî qetil kiriye. Faysal anî ziman ku ew rojên dijwar dijîn û wiha dirêjayî da axaftina xwe: "Hevalê hêja bi hezaran weletî didin peyî te. Em bi êşin lê em ewqas jî bi rumetin.” Faysal got ku dewlet bi hemû tank û topên xwe êrîşî gelê Kurd dike û dixwazin gelê Kurd teslîm bigrin û ev tişt got: "Gelê Kurd gelek bi rumete ev 40 sale serî li ber wan netewandiye. Ev 40 sale em hevalên xweyên herî hêja winda dikin. Çiqa dilê me dişewitin weqas bi hêz dibin.”

‘Ciwanek tenê jî bimîne wê li berxwe bide’

Rêvebirê DBP’ê Xurşît Kûlter jî got ku Hecî nemire û din av wande ye û ev tişt got: "Hevalê Hecî rêhevalek qehramanbû. Ji bo parastina gelê xwe, ji bo parastina xweseriya demokratik wek hemû ciwanan xwe feda kir. Em wek ciwanên azad heta tola hevalê xwe hilneynin em dev ji tekoşîna xwe bernadin. Yek insan nemîne jî bi ciwana be jî emê xweseriya xwe bi parêzin.” Xurşît anî ziman ku dem dema zelalbûnê ye û ev tişt got: "An emê li pey ciwanê xwe bi meşin an jî wê navê me wê di dîroka neletî de bibare.” Xurşît desnişan kir ku li pêşiya Kurdan ji derveyî berxwedanê tu rê nemaye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me siyaset kir qirkirina siyasî pêk anîn. Em ketin parlementoyê bi balefiran bombe bi ser me de barandin. Êdî ji berxwedanê wêvetir tu rê li ber me nemaye.”

‘Birayê min evindarê Kurdistanê bû’

Biryê Hecî Mehmet Birlik jî axivî û diyar kir ku birayê wî ne evîndarê Xecê bûye evindarê Kurdistanê bûye û ev tişt got: "Evina Hecî axa azad, jiyana bi rumet bû, ji ber wê yekê her tiştî da ber çavê xwe. Birayê min zanibû eger mirov evindarê axê be mirov mecbûre berxe bide.”

Piştî axaftinan Cenazê Hecî hat defin kirin.

(ma/zt)