Dayîkên Şemiyê: Dest ji zilmê berdin
16:12
JINHA
STENBOL - Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê di çalakiya xwe ya hefteyî de aqubeta malbata Tatu ya di sala 1994'an de hatin windakirin pirsîn. Dayîkên Şemiyê gotin, "Sed sal jî derbas bibin heke edalet pêk neyê sûc e" û wiha bang li hikûmetê kir: "Êdî dest ji zilma hûn li mirovan dikin û îşkenceya dikin û bêdadiyê berdin."
Dayîkên Şemiyê yên Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya 549'an li Qada Galatasarayê li dar xistin. Di çalakiyê de wêneyên kesên hatin qetilkirin û hatin windakirin hatin hilgirtin. Dayîka Çagdaş Aydin ê ku di komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest da û îro rojbûna wî bû Suriye Aydin jî tevlî çalakiyê bû. Di çalakiyê de nameya malbata Azîz Guler ê ku li Rojava di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wî li sînro tê sekinandin hatî hate xwendin. Di nameyê de nedayîna cenaze hat rexnekirin û wiha hat gotin: "Hikûmet çiqas bêzagonî tevbigere bila bigere em dê heya dawî li riyên zagonî bigirin. Em dê teqez Azîz bînin Tirkiyeyê."
'Dest ji îşkence kirina mirovan berdin'
Pişt re birayê Hasan Ocak Alî Ocak axivî û diyar kir ku hikûmet her diçe sûcên nû dike û wiha got: "Li şunda bersiva lêgerîna me ya edaletê bidin sûcên nû dikin. Em bi israr dixwazin ev sûc bi dawî bibin." Alî anî ziman ku 20 salin lêgerîna xwe ya dadê didomînin û divê dewlet bi sûcên kirin re rû bi rû bê û hesabê bide. Dayîka Tolga Baykal Ceylan Kadriye Ceylan jî wiha got: "Sed salî jî derbas bibin edalet bi cih nehatî sûc e." Kadriye wiha bang li hikûmetê kir: "Êdî dest ji îşkenceya li mirovan dikin berdin, dest ji zilmê berdin û dest ji bêdadiyê berdin."
'Temînata mafên mirovan bi aştiyekî mayînde pêkan e'
Piştî axaftina aqubeta malbata Tatu ya ku di sala 1994'an de cerdevanî red kirî û hatin qetilkirin pirsî. Daxuyanî ji aliyê hunermend Pinar Aydinlar ve hat xwendin. Pinar wiha got: "Aqubeta windayên me, hesapirsina windayan ancax bi aştiyekî mayînde pêkan e. Ji ber vê yekê dema em windayên xwe dixwazin em aştiyê jî dixwazin."
Pinar diyar kir ku Sadî Tatu (61) û birayê wî Halîl Tatu (59) ên li gundê Ortaç ê navçeya Haskoy a Mûşê dijiyan ji bo bibin cerdevan rastî zextên gelek giran dihatin. Pinar anî ziman ku ji Sadî Tatu yê li Zozana Zîrkêt pez diçerand, hevsera wî Gulnaz Tatu (59) û jin bira wî Kadriye Tatu (57) ên ku ji pez dotinê diçin zozanê tu agahî jê nehatin girtin. Pinar bilêv kir ku 3 kesên din ên malbatê yên ji bo lêgerîna kesên winda ji malê derkertin jî careke din venegeriyan malê û wiha got: "Kesên çûn pişt venegeriyan malbatê diltirsbûn û bi rêya keyayê gund agahî dan Fermandariya Cendirmeyan a Haskoyê. Fermandarê Qereqolê Nurullah got, 'Li wê herêmê bi rojane operasyonekî berfireh pêk tê. Em nikarin biçin. Hûn jî neçin.' Li ser vê yekê kurê Sadî û Gulnaz Tatu Ferzende û hevserê Kadriye Tatu Halîl û kurê wê yê 30 salî Enver Tatu ji bo li kesên winda bûn bigerin çûn herêmê lê ew jî venegeriyan. 3 roj şunda fermandarê qereqolê hat gund û ji malbatê re got, 'Serê we sax be malbata we PKK'ê li Çiyayê Çiringêzê kuştin e'"
Malbatê serî li DMME'yê da
Pinar destnîşan kir ku malbat ji bo aqubeta windayan hîn bibe 10 salan serî li Fermandariya Cendirmeyan a Mûşê, Serdozgeriya Komarê ya Mûşê û Midirûiyeta Polîsan a Mûşê dan û her tim bersiva "Bûyerekî wisa pêk nehatiye" dane wan. Pinar derbirî kir ku piştî riyên navxweyî xilasbûn serî li DMME'yê da.
(rc)