Li Nisêbînê 2 kes hatin qetilkirin
16:31
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina kolanan polîsan êrîşî gel kirin û 2 kes qetilkirin. Li Taxa Yenituranê ciwanê bi navê Şahin Turan ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin. Polîsan ser mala Ahmet Sonmezê li ber derê mala wî qetilkirin de girtin û bêmafî li malabata wiya di taziyê debûn kirin.
Du rojin li Navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan û dibin qedexeyê de êrîşên leşker û polîsan ser gel berdewam dikin. Polîsên tîmên tayîbet nahêlin kes têkevin hindirê navçeyê. Li gelek taxan şer girane û 2 kesan jiyana xwe jidest dan. Li navçeya ketin û derketina wê hatî girtin de li ser rê bi sedan wesayît û qamyon libenda derbasbûnê ne. Ji duh ve li navçeyê wesayîtên zirxî, tank û sewqiyata leşkerî berdewam dike. Li kolana Azizoglu ya Taxa Yenituran ê ciwanê bi navê Şahin Turan ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin.
Li Taxa Firat Ahmet Sonmez (50) ê li ber mala xwe ji aliyê sekvanan ve hat qetilkirin bi saetan cenazê wî li erdê ma. Piştî hatina parlementeran bi zorê cenazê Ahmet girtin û dinava beteniyê de birin Nexweşxana Desletê ya Nisêbînê. Piştî rakirina cenazê Ahmet polîsan ser malê de girtin û bêmafî li malbata dişînê de kirin.
Li aliyê dinê tedawiya Mehmet Eresê 16 salî ku nexweşê astengdare ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatî birîndarkirin li Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê tedawiya wî berdewam dike. Hîna talokeya jiyana Mehmet berdewam dike.
Jinên Nisêbînê li hemberî êrîşan bertekên xwe anîn ziman û gotin: "Emê zarokên xwe, axa xwe û kolanên xwe nekin qurbana saraya Erdogan. Dema ku terorîst hebin ew di serî de Erdogan û AKP ne. Çeteyên AKP'ê bi tangan dikevin hindirê kolanên me. Em bi ti deveran de naçin. Yan bila bi tangan bidin ser me hemûyan biperçiqînin, yan jî bila derkevin ji ser axa me biçin. Dema ku we qetilkir paşê newin taziyê. Bila hemû mirovên biwijdan li hemberî qirkirinên niha li Nisêbîn û tevahiya Kurdistanê tên kirin dengê xwe bilind bikin. Bila her kes alîkariyê bidin me."
Li Nisêbîna sewqiyata tangan û çekên giran tên kirin şer bi giranî berdewam dike.
(zt)