Prof. Dr. Esra Arslan: Medyaya kurd rastiyan dide, medyaya tirk jî zimanê reşkirinê kartîne
09:19
Filiz Gazi/JINHA
STENBOL - Prof. Dr. Esra Arsan li Tirkiyê asta ku rojnameger gihayê nirxand û got: "Di nava nûçegihaniya bêduzen çepemeniya kurd wê valahiyê dagirtiye. Medyaya kurdan hewildide hemû rastiya şer weke heyî bide. Lê medyaya tirkan zimanê reşkirinê bikartîne. Ji bo wê jî ez medyaya kurdan di aliyê xwe perwerdekirinê de baş dibînim."
Bi polîtîkaya şer re Kurdistana ku vegeriyaye qada şer rojnameger hewildidin rastiyê bigihînin raya giştî, ji bo wê jî dibin agir de xebatên xwe berdewam dikin. Li ser rojnamegerên hewildidin li tevahiya Tirkiyê rastiyan bişopînin û bidin êrîş her roja diçe berdewam dibe. Di derbarê binpêkirinên mafan li Tirkiyê ser rojnamegeran tê meşandin Prof. Dr. Esra Arsan nirxandin kir. Esra balkişand ser bêqelîtebûna medyaya Tirkiyê û wiha domand: "Niha êdî rojnamegerên li ser qelîteya nûçeyan bi edîtorê xwe re nîqaş bikin û ji bo nûçeyên wan bên weşandin tekoşînê bidin nîne. Ji ber ku nîne, ji bo wê jî hempîşeyên wan ên li peyî bisekinin jî nînin."
'Bê ketin medyaya kurdan rêya xwe berdewam dike'
Esra di derbarê kevneşopiya çapemeniya azad de wiha axivî: "Li hemberî hemû girtin, qitilkirin, bombakirina avahiyan ji bo heqîqet gihandina mirovan her dem rêya xwe berdewam kiriye. Çapemeniya kurdan êdî li hemberî van hemû tindiyan li Tirkiye û Ewrupayê hatiye rewşek wiha ku êdî gavpaşde na avêje. Ji bo heqîqeta li Tirkiyê tê windakirin medyaya kurdan li cihek gelek giring sekiniye. Hem jî tam di van deman de pêdivî bi çapemeniya kurdan heye. Li Bismilê zarokê qetilkirin li ber wî bomba danîbûn, bi saya çepemeniya kurdan me wê rastiyê dît. Ji bo wê jî çapemeniya azad berpirsyariya ku girtî ser milê xwe bê ketin berdewam dike. Ger li Tirkiyê çepemeniya kurd bê astengkirin jî dê li Ewrupa yan jî li welatekdinê rêya xwe berdewam bike."
'Medyaya kurdî di aliyê nirxê mirovahiyê de nûçegihaniyê dike'
Esra wiha berdewam kir: "Dê mirovahî waneya ku di 7'ê Hezîranê de dayîn di 1'ê Mijdarê de waneyek hîn mezintir bidin. Bêgoman em zimanek aştiyê ji medyaya Tirkiyê hêvî nakin. Ji ber nûçegihaniyek gelek bê ast dikin. Medyaya kurdan di rewşa dagirtina wan valehiyan de rol girtiye. Medyaya kurdan rastiya şer bi her awayî didin. Medyaya tirkan jî zimanê reşkirinê bikartîne. Di vê wateyê de medyaya kurdan xwe perwerde kiriye."
(zt)