Rojnamevanên Rojava: Dê li hember şerê li Kurdistanê tê meşandin yekîtî hebe

10:04

Rûksen Efrîn /JINHA

QAMIŞLO - Rojnamevanên Rojava ên ku beşdarî Kongreya Raghandina Azad bûne, êrîşa hikûmeta AKP'ê a li hember Kurdên Bakûr bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ji bo rastiya van êrîşan ji raya giştî re parve bikin ew ê asta xebatê xwe bilind bikin.

Rojnamevanên ku li Rojava beşdarî Kongreya Raghandina Azad bûne, êrîşa hikûmeta AKP'ê a li hember gelê Bakûrê Kurdistan û rojnamevanan nirxandin. Rojnamegeran destnîşan kirin ku armanca êrîşê AKP'ê vîna gel çewsandine û wiha gotin: "Bi êrîşên ku pêk tîne hewldide dengê gelê Kurd bibire. Bi berdêlên giran me bingeha xwe avakir, ji ber vê yekê heya dawî em ê asta xebatê xwe bilind bikin."

'AKP'ê li Rojava têk çû dê li hember berxwedana gelê Bakûr jî têk biçe'

Rojnamevana raghandina ARTÎ- FM Xunav Ehmed êrîşa dewleta Tirkiyê a li herêmê Kurdan şermezar kir û wiha got: "Şoreşa gelê Bakûr dê yekîtiya hemû gelan pêk bîne. Bi van êrîşan êdî rûyê Erdogan ê veşartî eşkere bûye û ji ber têkoçûna xwe ya li hember gelê Kurd ewqas bê perwe êrîş dike. Çawan ku hikûmeta AKP'ê bi piştgirî dayîna DAIŞ'ê nekarî vînga gelê Rojavayê Kurdistanê têk bibe ew ê nekaribe li hember berxwedana gelê Bakûrê Kurdistanê jî bi ser bikeve. AKP'ê li Rojava têk çû dê li hember berxwedana gelê Bakûr jî têk biçe."

'Mînaka vê hovîtiyê nîne'

Xunav bal kişand ser qetilkirina sivîlan û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê raste rast gelê sivîl û zarok hedef digre. Mînaka vê hovîtiyê li welatek din nîne. Hemû gel êdî li hember vê rastiyê hişyar bûn. Em ê her dem şopdariya şoreşa gelan bin û ji bo rastiyê van hovîtiyan raghînin dê têkoşîna me bilind bibe."

'Li dijî qetilaman em dengê xwe bilind dikin'

Rojnamevan û Serokê Ciwanên Kurd ên Suryê Selwa Silêmen êrîşê hikûmeta AKP'ê a li hemberî gelê Kurd bi tundî şermezar kir û wiha got: "Em wek rojnamevan li dijî qetilamên ku li Ferqîn, Bismil, Nisêbînê û Cizîrê pêk tên dengê xwe bilind dikin. Divê hikûmeta AKP'ê zanibe ku em wek rojnamevan li hember kiryarên hovane bê deng namînin. Wek rojnamevanên Rojava em ê piştgiriya xwe li gel gelê xwe ên Bakûrê Kurdistanê bikin. Li dijî zilmê yekîtiya gelan dê bi serbikeve."

'Serkeftina 7'ê Hezîranê vîna hemû gelan nîşan kir'

Rojnamevana TEV-ÇAND'ê Leyla Cemal diyar kir ku piştî hilbijartinê 7'ê Hezîranê Tirkiyê ketiye qonaxek nû û wiha domkir: "Serkeftina 7'ê Hezîranê vîna hemû gelan nîşan kir. Hikûmeta AKP'ê ji bo ku hebûna xwe bidomîne bi hemû hêza xwe êrîş dibe ser gel û dixwaze riha berxwedanê bişkîne. Lê êdî dereng maye, kes nikare vîna gel a berxwedêr cardin bişkîne. Ji ber gelê Kurd êdî di ferqa hemû leystuka desthilatdariyê ne û azadiya xwe dixwaze."

'Ev pêvajo bi berxwedana gelan dê bi ser bikeve'

Endamê Raghandina Gelê Kurdistan Ferhan Ehimê jî wiha got: "Dewleta Tirk li hember gelê tu caran rast tevnegeriya ye. Ev pêvajo bi berxwedana gelan dê bi ser bikeve." Ferhan bang li dewletên navnetewî kir û wiha got: "Divê dewletên navnetewî terora dewleta Tirk bibînin û helwesta xwe bidin nîşandan. Her roj zarok û sivîl tên qetilkirin, rojnamevan rastî êrîşên tund tên. Êdî divê her kes dengê xwe ji bo van êrîşên hovane dengê xwe bilind bike."

(rc)