'Leşker bêy ku anons bikin gund gulebaran kirin'

10:05

JINHA

WAN - Saîme Elmas (15) a ku di encama êrîşa li ser gundê Tepedem ya Qelqeliya de ji lingê xwe birîndar bibû, diyar kir ku leşkeran bêy ku anons bikin gund gulebaran kirine û ew di encamê gulebarana leşkeran de li ber deriyê malê birîndar bûye.

Di êrîşa li ser gundê Tepedem ya navçeya Qelqeliya Wanê de 2 HPG'î jiyana xwe ji dest dan û du sivîl jî birîndar bûn. Welatiyên gund ên ku xwestine êrîşan asteng bikin rastî êrîşên tund ên leşkeran hatine û di encamê de gelek welatî û hevşeradar hatin binçav kirin. Saîme Elmas a ku ji lingê xwe birîndar bûye îro ji Nexweşxaneya Herêma Wanê derket. Saîme piştî ku derbasî malê bû dema êrîşê vegot. Saîme diyar kir ku dema pêvçûn despêkiribû ew li ber deriyê malê xwe bû û got leşker bi yek car êrîşê gund kir û gule reşand.

'Leşker ji waseyîtên xwe gule berdidan me'

Saîme da zanîn ku êrîşa li hember gund dora saet 10'an de pêk hatî û wiha got: "Ez li ber deriyê malê bûm, min hewl dida xweşik û birayên xwe bixim malê. Leşker bi yek car gule berdan me. Min derfetê revê jî nedît. Leşkeran bêy ku anons bikin bi yek carê gule reşandin gund. Bêy ku ji wesayîtên xwe peya bibin gule reşandin."

Dayîka Saîme Nezahat Elmas jî diyar kir ku, agahiya wan ji tiştek nînbû û bi yek carê ew dengê guleyan girtine. Nezahat da zanîn ku leşkeran mal dorpêç kirine û got dema ku bûyer pêk hatî zarokê wê li derve bûn û ji ber gulebaranê ew derfet nedîtine ku bikevin malê. Wesayît tune bû ku ez keça xwe rakim nexweşxanê. Welatiyên ku ji derve hatine keça min gihandin nexweşxanê."

Nezahat anî ziman ku piştî pêvçûnê leşkeran êrîşê welatiyên gund kirine û got gelek welatî hatin binçav kirin. Nezahat got êdî bila dawî li van qetilîaman bê.

(rc)