Diljin Kobanê: Rojava bi hêza Arînan ewqas li ber xwe da

13:06

JINHA

KOBANÊ - Fermandara YPJ'ê Diljin Kobanê berxwedana Kobanê ya li hember çeteyên DAIŞ'ê nirxand û got: "Ti deverên jinan têde berxwedan kirî winda nekiriye. Ez di wê baweriyê deme ku jin nebana dê Rojava ewqas li ber xwe nedabana. Ji ber di kesayeta Arîn de berxwedan hebû."

Fermandara YPJ'ê Dilar Gencxemîs (Arîn Mîrxan) di roja 20'emîn a berxwedana Kobanê de di 5'ê Cotmeha sala 2014'an de li hember çeteyên DAIŞ'ê di Tepê Miştenûr de çalakiya fedayî kir. Ji Fermandarên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) ê Diljin Kobanê şoreşa Rojava û berxwedana di kesayeta Arîn Mîrxan de li hember çeteyên DAIŞ'ê pêşketî nirxand.

Diljin diyar kir ku divê Berxwedana Kobanê bi nêrînek teng neyê destgirtin, di Mezopotamyayê de erdnîgariay Kurdistanê xwediyê dewlemendiyek mezine û wiha domand: "Axa û petrola wê gelek dewlemende. Ne tenê gelê kurd bala hemû cîhanê li ser vê erdnîgariya dewlemende. Dewletên li derdora Kurdistanê sînor girtine dixwazin li Rojahelata Navîn bibin deshilat. Rêya vê daxwaza wan jî di Kurdistanê re derbas dibe. Me ji şêwegirtina gelên Rojhilata Navîn re 'Buhara gelan' got, wan gotin 'Buhara Ereban'. Ew me hêzek bi armancên biçuk dizane, lê ne wihaye. Armanca me hemû gel dinava wekheviyê de bijîn. Li Rojava pergala gelan tê avakirin. Tirsa deshilatiyê ji wê pergalê heye, ji bo wê êrîş dikin. Gelê kurd berxwedêr û şerkerin. Dema ku rêxistin û artêşek bê destgirtin girêdayî îdeolojiyekê mezin dibe. Em ji nava gel derketine, gel em mezinkirin ji ber em zarokên vî gelîne."

'Ti welatan şerê bi DAIŞ'ê re negirtin berçavan'

Diljin anî ziman ku koka DAIŞ'ê ji mêtîngeriya Kurdistanê tê û wiha berdewam kir: "Amerîka alîkariya DAIŞ'ê kir, mezin kir û di qadên leşkerî de alîkarî dayê. Paşê jibin deshilatiya wî derket. Ji bo wê jî hişmendiya 'Ezê çawan bikarim şêwebidimê' pêşket. Li Rojava me bi gelek guruban şer kir. Paşê komiteyên me yên ciwanan û jinan çek girtin. Di serî de me xwest em li kantonên xwe de sazumaniyê çêkin. Lê dema ku li hemberî me hêzên çekdarî derketin, me jî çek girt. Dijmin bûnyek, zemînê DAIŞ'ê avakirin, ji bo li hember tevgera azadiya gelê kurd bisekinin. Ti welatan bi DAIŞ'ê re şerkirin negirtin berçavan. Di serî de di aliyê derunî de DAIŞ'ê xwe bihêz kir. Bi hişmendiya faşîzane û qirkirinan ev kir. Ew fikirî ku dê li hember tevgera gelê kurd biserkevin. Lê weke min di serî de jî gotî gelê kurd bi axa xwe ve girêdayîne. Êrîşên DAIŞ'ê jî li ser vî bingehî pêşket."

'Du taburan bi vînek mezin Kobanê parastin'

Diljin destnîşan kir ku yek ji axa despêkê Rêberê PKK'ê Abdullha Ocalan lingê xwe avêtiyê Kobanê ye, wan jî tayîbetî êrîşî Kobanê kirin û wiha dom kir: "Ji ber cihek sitratejîke di nava axa Kurdistanê de. Çemê Firadê hinek ji kantonên dinê dur dimîne... Dema ku Kobanê ketibana dê ji bo me di her aliyî de ketinekbana. Kobanê cihê despêkê YPG lê hatî avakirin û têde xwediyê hêzek mezin bû. Kobanê gelek asî û bi înate. Êrîşên DAIŞ'ê jî ji bo vê bû. Ew fikirîn dema Kobanê bigirin dê Erfîn û Cizîr ji hev biqetînin. Bihev ve girêdana Cerablus û Tirkiyê li gorî berjewendiyên wan bûn. Wan rêya xwe vedikirin û difikirîn dê ser Kurdistanê serwerbibin. Hêzek me ya mezin tinebû li Kobanê tenê du taburên me hebûn. Tenê du taburan di nava çend rojan de vînek mezin li Kobanê nîşandan."

'Hêzên weke YPG/YPJ bizanin li ber xwe bidin pir kêmin'

Diljin bilêv kir ku wan li hemberî çeteyên DAIŞ'ê bi qelêşan berxwedan dikir û wiha pêde çu: "Li deverên hijmara me 3 ji wan 200 kes êrîşî ser me dikirin. Ji bo wê dibêjim hêzên weke YPG/YPJ'ê bikarin li berxwebidin gelek kêmin. Giyana me ya şer heye. Em heya guleya xwe ya dawiyê şer dikin û paşê digihin şihadetê. Vê felsefeya me em li ser lingan hêla. Li hember topên agir, bedena me mertalbû. Şerê Kobanê gelek giranbû, giyana fedayî li wê serwerbû. Çalakiyên fedayiyên di kesayeta şehîd Rewan de pêşketî berdewam kirin. Şihadetên me moral didan dijmin, wan dixwest hîn zêde bibe. Bi rastî di nava dijmin de yên em baş didîtin û rast difikirîn jî hebûn."

'Jinan çembera azadiyê avakirin'

Diljin derbirî ku berî şerê nava kolanan despêbike wan gel ji nava Kobanê derxistin û wiha axivî: "Me li gundan set çêkir, heta gel derketin me set berneda. Navenda Kobanê tenê taxek di destê me de ma. Yên îxanet li me kirin û reviyan jî hebûn. Çekên me tinebûn, dijmin bi çekên giran êrîşî me kirin, bi tangan hatin ser me. Ev jî hinek mirov şikandin. Berî gel derketana divê me ev şer dabana rawestandin. Gel ket ber sitargiha dewleta tirk a faşist, nihilist û bercewendîperest. Dewletê jî ew xebitand. Gel bê xwarin, av û mal hêlan. Ev li me nehat lê derfetên şer wiha bû. Dema ku tenê taxek di destê me de ma, me şihadetên giran da. Hevalên jin çembera azadiyê avakirin. Bi duruşma 'Bijî Serok Apo' çalakiyên fedayî kirin. Çend hevalên jin bi saxî ketin destê wan, lê qet teslîm nebûn. Bi dilopên xwînê emê çiqas pêşeçubana me hesab dikir. Hinek mirovan weke temaşekirina filîmekê ev dîtin. Lê jiyankirina vê tiştek mezine."

'Me Kobanê weke kelha azadiyê dît'

Diljin diyar kir ku Kobanê ne bi lêdana hêzên koolisyonê bi berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê hat rizgarkirin û wiha got: "Li vêderê armanca sereke ya hêzên emperyalîzmê biserxistinê bû. Ji bo wê bû di serî de balefirên Emerikayê lênexistin. Armanca wan ewbûku her du hêz hev bixin. Dema ku qirkirin belavî cîhanê bû nû mudaxele hat kirin. Ciwanên ji Tirkiyê dihatin di serî de nehatin girtin. Dewleta tirkan bi hişmendiya 'îro hun diçin sibê dê cenazê we ji wê ve bê' nêzdibûn. Xwestin du rêxistinên mezin bi hev bidin xistin. Li gel hijmara me ya kêm jî me şer berneda. Me got bila dijmin bê. Me Kobanê weke kelha zadiyê dît. Li hember gotinên beqanan ên 'ket dê bikeve' me got 'Dê ticarî nekeve'."

'Berxwedana jinan a di kesayeta Arîn de pêşketî...'

Diljin da zanîn ku li Kobanê armanca DAIŞ'ê ya sereke ketina jin û zarokan bû û wiha domand:

"Berxwedana Kobanê bû hêzek rastî. Yên çeperên xwe berdan û li ber xwe nedan jî hebûn. Rojekê li Kobanê piştî şihadet û birîndaran tenê hevalên jin hebûn. Tilîlî, qêrîn û berxwedana hevalên jin êrîşên mezin şikandin. Me li cîhazên wan guhdarî dikirin digotin 'li vêderê jinên qatîl hene' û cihê xwe berdidan. Ev li Kobanê şînber bû. Li ti deverên jinan têde berxwedan kirî qeyîb nebû. Em di hişmendiya hunê axa me û gelê me negirin debûn. Bi hijmar em hevalên jin pir bûn. Ez di wê baweriyê deme jin nebana Rojava evqas li ber xwe nedida. Berxwedanek a di kesayeta Arîn de pêşketî hebû. Bi saya jinên kurd jinên cîhanê bi hêza xwe hesiyan. Vî şerî gelek dirêj berdewam kir. Me gelek şihadet dît. Me hevalên xwe yên bi tecrube windakirin. Lê dema ku şihadet nebana emê îro ne li vêderê bana.

'Me bi şerê xwe hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da'

Di aliyê textîkî de hinek kêmaniyên me bûn, lê me li ber xwe da. Me digot; 'Tenê saniyeyekê em dengê çekan nebihên bese.' Em li gel dijmin di heman malê de di odên cuda de diman. Kolan bixwînin, bi mantiqî nefikirîn nabe. Tiştên li Kobanê hatin jiyîn rojek, du roj, gundek du gund nebû. Tenê yên jiyan kirine vê dizanin. Di saniyeya şihadetê de şerkirina hevalan tiştek nayê vegotine. Şehîd Welat çu bombe avêt çavê dijmin. Şehîd Welat hevalek bi xwînsarî tevdigeriya û bi cesaretbû. Ya ku Kobanê kirî Kobanê ev nirxanene. Ev erdnîgarî milîm milîm bi xwînê hatiye avdan. Hîna xwîna hevalek me li ser me ziwan nebûyî, xwîna hevalek dinê bi ser me de dirijiya. Di şerê li vêderê de me hêza xwe nîşanî hemû cîhanê da. Dema ku hêza meya li hember hemû cîhanê şerkirinê hebe emê êrîşî kesê nekin, lê hemû cîhan jî bi ser me de bê emê li hemberî wan xwe biparêzin.

'Divê jin tekoşînek hevbeş birêvebibin'

Hêzên YPG/YPJ'ê ji bo civînê gazî me kirin. Me netenê şerek leşkerî bisernexist, di aliyê siyasî û derunî de jî em bihêz bûn. Em di Rojhilata Navîn de bûn hêzek mezin. Em deshilatî nabêjin, em dibêjin hêzek serwer. Em ne xwediyê hişmendiya dewletê ne. Em dixwazin gel bi xwe xwe rêve bibin. Heya rojên dawiyê jî bimîne, dê ev duzen bê avakirin. Dê ji derve hakimiyetek neyê avakirin. Dê li vêderê gelên bi rêgez xwe rêve bibin. Hemû bedelên tên dayîn ji bo jiyanek wihaye. Divê jin di vê wateyê de tekoşînek hevbeş bidin meşandin. Divê jinên kurd, tirk û ereb bên bahev û vê di nava xwe de bidin avakirin. Ji ber yên ji nû ve civakê avabikin jinin. Em jin di her qadê de pêşengin, emê berpirsiyariya vê bînin cîh.

'Kobanê vîna cîhanê ya dîrokiye'

DAIŞ weke hêza binxistina kurdan hat avakirin. Bi her awayî alîkarî dan wan, heta di nava wan de leşker jî hebûn. Li cihê dawî teqîn lêçêbûyî vê hinek xwe da nîşandan. Li Kaniya Kurdan me hem li hemberî DAIŞ û hem jî li hemberî TC'ê şer kir. Ev pir nebû rojev, lê me jiyan kir. Tirkiye jî xwediyê sazumaniyek qirkirinê weke ya DAIŞ'ê ye. Di şerê Kobanê de jî ev hat dîtin. Bi rastî jî di cîhanê de şerê Kobanê cihek dîrokî girt. Di rêya şoreşê de hem metirsî û hem jî berxwedan heye. Di şerê Kobanê de xeta berxwedanê baş hat dîtin. Kobanê qet ne ya me tenê ye, ew vîna dîroka cîhanê ye.

'Arînan bêmirinî avakirin'

Li Kobanê berxwedan hatî nîşandan ji bo hemû cîhanê bû mînak. Ya dikeve ser milê me xwedîderketina li vêye. Emê her demê li vîna xwe xwedî derkevin. Ji bo hevalên şehîd û gel xwîna di demaran de diherike milîm milîm divê bê hesapkirin. Ji ber Arîn, Çekdar, Welat mirovên wiha ne. Emê di rêya wan de bimeşin. Kenê Arînê bedelê hemû cîhanê ye. Bedena wê li hember dijmin weke gogek ji agir bû. Kenê wê li hemberî dijmin darbeya herî mezin bû. Dibe ku niha bi fîzîkî di nava me de nînin, lê wan bêmirinî avakirin. Ji bo min û hemû hevalên min armanca herî mezin bûyîna layêqê wane."

(zt)