Jinên Silêmaniyê qetilkirina Sinor şermezar kirin
13:33
JINHA
SILÊMANÎ - Li bajarê Silêmaniyê qetilkirina Sinor bi çalakiyekê hat şermezar kirin. Di çalakiyê de hat gotin ku tenê hêz û vîna jinan dikare qetilkirina Sinoran bide sekinandin.
Li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistan (RJAK) ê di derbarê qetilkirina Sinor de li ber deriyê dadgeha Silêmaniyê çalakiye hat lidarxistin. Çalakî bi mebesta şermezarkirina qetilkirina jina ciwan Sinor çêbû. Jinan di çalakiyê de wêneyê Sinor rakirin û daxwaz kirin ku kujer werin girtin û dadgehkirin. Di çalakiyê de li ser navê RJAK'ê daxuyaniyek ji aliyê Destan Marûf Resûl ve hat xwendin. Destan di serî de qetilkirina Sinor li nava parka bajarê Silêmaniyê bi tundî şermezar kir û got ku tenê bi hêz û vîna xwe jin dikarin dawî li van kuştinan bînin.
Baweriya me bi hikûmet û dadgehên we nemaye'
Destan balkişand ser hebûna bê edaletiyên di dadgehên Herêma Kurdistanê de û wiha got: "Ji ber nebûna edaletê di dadgehan de rojane jin di nav park û cihên giştî de têne qetlikirin. Êdî cihek bi ewle ji bo jinan li Herêma Kurdistanê nemaye. Ji bo wê jî baweriya me bi hikûmet û dadgehên wê nemaye"
RJAK'ê daxwazên jinan wiha rêz kirin;
'Di serî de pêwîste hemû jin bi hêz û îradeya xwe bêne gel hev û xwe birêxistin bikin, ji bo ku desthilat neçarî çareseriyê bibin.
Em bi hêza xwe, xwe biparêzin û li hember zilma li ser jinan bêdeng nemînin.
Pêwîste mala parastina jinan baştir bikare jinan biparêze û jin xwe li wir bi ewle his bikin.
Divê wek parçeyên din ê Kurdistanê hêza parastina cewherî ya jinan li Herêma Kurdistanê jî hebe ji bo ku jin bikarin bixwe xwe biparêzin.
Divê kujerên jinan li dadgehan werin dadgehkirin û cezayê pêwîste ji wan re were dayîn.
Divê parlamento û hikûmet erka xwe li hemberî qetilkirina jinan bicih bîne."
Çalakî bi dirûşmeyên 'Jin, Jiyan, Azadî' dawî hat.
(nd)