Li Nisêbînê topan di avêjin malan: Li gorî agahiyên despêkê 2 jê zarok 5 birîndar hene
15:16
JINHA
MÊRDÎN - Li Nisêbînê di êrîşên polîsan ser sivîlan de du zarokên temenê wan dinavbera 11-12 saliyê de li gel Remzî Çilgin, Welat Kakçigan û welatiyek navê wî nehat zanîn birîndarbûn. Di nava heyeta ku nahêlin têkevin navçeyê aktîvîstên KJA yê, Dayîkên Aştiyê, parlementerên HDP'ê jî heyî bi hezaran welatiyan re dest bi çalakiya runiştinê kirin.
Li Nisêbînê 4 rojin bidin dorpêça qedexeya derketina kolanan de êrîşên polîsan ser sivîlan berdewam dike. Dema ku li Kolana Şimel a Taxa Bariş Welat Kakçigan ê 23 salî xwest derkeve derve sekvanan ew hedef girt û guleyek li milê wiyê çepê da. Hat zanîn ku birîndar bi abolansê rakirin nexweşxanê.
Li Taxa Abdulkadir jî di topbaranê de Remzi Çilgin û zarokek 12 salî birîndarbûn.
Li Taxa Dîcleyê jî kesek li ber derê mala xwe ji aliyê sekvanan ve hat gulebarankirin. Hat zanîn ku birîndar rakirin Nexweşxana Dewletê ya Nisêbînê.
Li Taxa Firat jî di topbaranê de teqînek derket. Di topbaranê de zarokê 12 salî Yusuf Demirtaş ji ruyê xwe birîndar bû. Yusufê rewşa wî giran nikarin bibin nexweşxanê.
Ji bo protestokirina êrîşan welatî bi tilîlî û sloganan derketin kolanan. Li Kolana Şirin a Taxa Abdulkadirpaşa û li Taxa Firat polîsan bi wesayîtên zirxî welatiyên daketina kolanan gulebaran kirin.
Li aliyê dinê heyetên ji Amedê û Mêrdînê di navê de parlementerên HDP'ê Mithat Sancar, Gulser Yildirim, Ali Atalan, Enise Guneyli, KJA, endamên Meclisa Dayîkên Aştiyê, rêveberên HDP û DBP'ê jî heyî bi hezaran welatî di ketina Nisêbînê de ji aliyê wesayîtên zirxî ve hatine sekinandin. Li herêma destura ketina navçeyê nadin welatiyan, gelek wesayîtên zirxî û TOMA kombûne.
Girseya ku bi meşê hewildan têkevin navçeyê ji aliyê hêzên tayîbet ve hatin sekinandin. Dema ku parlementeran li gel berpirsên polîsan hevdîtin dikirin de di nava girsê û polîsan de rageşiyek demkurt derket. Li wê girseyê duruşmên weke "Nisêbîna rengîn ne bitenêye" û "Emê bi berxwedanê serkevin" dest bi çalakiya runiştinê kirin.
(at-gc/zt)