Li Efrînê semînera jin û pêşengî hat dayîn

16:46

JINHA

EFRÎN - Mamosteyên zimanê Kurdî ên jin li ser girîngiya xebatê jinan semîner da.

Li navçeya Mabeta ya Kantona Efrînê jin bê navber xebatên xwe didomînin. Bi beşdariya sedan jinên mamoste semîner li ser girîngiya xebatê jinan hat dayîn. Di semînerê de Endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Batofa Çekdar axivî û da zanîn ku, jin dîrokê heya niha civak bi kedê xwe yê xwezayî bi rêve biriye û wiha got: "Bi sîstema kapîtalîst a desthilatdar re hemû ked û nirxê jin hatî binpêkirin. Di hemû qadê jiyanê de maf ji jinê girtiye." Batofa behsa rola jin di nava şoreşa Rojava de kir û wiha got: "Jin bi berxwedaniya xwe zîhniyeta desthilatdar têk bir. Ji ber vê niha jin pêşengiya hemû xebat û saziyên şoreşê dikin. Piranî endamên Saziya Zimanê Kurdî jinin û li ser vê bingehê xebatê xwe bi rêvedibin."

Piştre jin mafê axaftinê girtin û bi nîqaşan semîner berdewam kir.

(rc)