Arîn Mîrxan destana berxwedana jinan di Miştenûr de nivîsî

09:17

Gulîstan Bekir/JINHA

HESEKÊ - Jinên Rojava bandora Arînan ser pêşengiya jinê di Şoreşa Rojava de nirxandin. Jinan diyar kirin ku Arîn Mîrxan ji bo wan sembola hêz û berxwedanê ye, ew xudawenda serketinê ye.

Şoreşa Rojava bi pêşengiya jinan di tevahiya cîhanê de mînaka jiyana nûye. Arînan meşaleya ronahiyê girtin û bi parçeyên bedena xwe tarîtiya hezarî salan diqetandin. Fermandara YPJ'ê Dilar Gencxemîs (Arîn Mîrkan) di 5'ê Cotmeha sala 2014'an de bejna xwe bi bombeyan pêça û li ser Tepê Miştenûr li hember çeteyên DAIŞ'ê çalakiya fedayî pêkanî. Wê kêliyê ser Tepê Mişternûr Arîn mirovahî ji qirêjiya deshilatiyê xilaskir û da jiyankirin. Arîn bi hêza jina azad tevgeriya bû xudawenda berxwedanê di Miştenûr de. Ji bo wê jî navê hemû zarokên di wan rojan de çavên xwe li cîhanê vekirin bûn Arîn Mîrxan. Jinên Rojava bandora çalakiya Arîn Mîrxan li ser jinan û hemû civakê nirxandin.

Endama Asayîşa jinên Rojava Şêrîn Haco di derbarê berxwedana Arîn Mîrxan a destanî de wiha axivî: "Arîn Mîrxan hêz da jinan. Bi çalakiya Arîn jin li xwe vegeriyan û hêza xwe naskirin. Dema ku jinan bawerî bi hêza xwe anîn û wiha ketin nava kar dîtin ku ew dikarin gelek tiştan bikin. Jinan cesareta xwe dîtin ku dikarin li hemberî dijminê jinan ê herî hov çeteyên DAIŞ'ê bisekinin. Bi dîtina hêzê re jinan moral girt û bi wê moralê tevlî nava kar bûn. Em niha weke Hêzên Asayîşa Jinên Rojava vê baş dibînin. Bandora keda Arînan li ser pêşengiya jinê ya di şoreşê de baş dikarin bibînin."

'Rihê berxwedanêyê rihê Arînan e'

Şêrîn anî ziman ku Arîn giyana fedekariyê daye avakirin û wiha domand: "Arîn Mîrxan buye Sembola fedekariyê û jina azad. Piştî çalakiya Arîn hêviyên serketinê di nava jinan de xwe da nîşandan. Jinên kurd êdî bi hêza Arînan di nava cîhanê de hatin nasîn."

'Em ê jî riya wê bişpînin'

Endama Rêveberiya Mala Jinên Rojava Meqibûle Fewizî jî Arîn Mîrxan a ku li ser zimanê hemû jinan bûye destana cesaret û hêzê û wiha got: "Arîn bi çalakiya xwe pêşiya çeteyên DAIŞ'ê girt. Di Miştenûr de destana berxwedanê nivîsî. Arîn ne tenê di aliyê fîzîkî de di aliyê manewî de jî hêz da hevalên xwe û çokê dijmin şikand. Arîn Di Miştenûr de qedera mirovahiyê xilaskir. Ji bo wê jî Arîn ji bo me xudawenda berxwedan û baweriyê ye."

'Hêza Arînan dijmin şikand'

Welatiyê bi navê Şefî Naso jî di derbarê çalakî û cesareta Arîn de wiha got: "Arîn Mîrxan ne tenê bandor ser jinan kiriye; we di nava hemû civakê de bûye sembola cesaret û serketinê. Arîn bi çalakiya xwe hêzek mezin di nava me hemûyan de avakir. Em mêr jî bi qasî jinan ji çalakiya Arîn bandor bûne û me ji çalakiya wê hêz girtiye. Arîn êdî di nava civakê de bûye sembolek mezin a berxwedanê."

(zt)