Nivîskar Zeynep Yaş: Armanca me pêşdebirina wêjeya kurdiye

09:39

JINHA

AMED - Komeleya Niviskarên Kurd 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî pêkanî. Nivîskar Zeynep Yaş a ku di kongreyê de amadebûyî di derbarê xebatên wêjeya kurdî de got: "Armanca me ewe ku em ji pirisgirêk û astengiyên pêşiya wêjeya kurdî re çareyê bibînin û pêşde bibin."

Komeleya Niviskarên Kurd 2'emîn Kongreya xwe ya Asayî li Navenda Çanda Ciwanan a Cegerxwîn a navça Peyasa Amede pêk anî. Di Kongrê de di derbarê pêşdebirina wêjeya kurdî de nîqaşên giring hatin kirin. Endamê Komeleya Niviskarên Kurd Nivîskar Zeynep Yaş a ku di kongrê de amade bû di derbarê giringiya kongrê de nirxandinên giring kir.

Zeynep anî ziman ku armanca kongirê li ser her bûyerên civakî û siyasî komeleya wan berpirsiyara xwe ya rewşenbîrî bi cîh bîne û wiha berdewam kir: "Wêjeya Kurdî ji bo me gelek girînge. Pêwîste ku nivîskarên Kurd li zimanê xwe yê hatî qedexe kirin xwedî derbikevin."

Zeynep bal kişan ser rewşa rewşenbîr û niviskarên Kurd û wiha dom kir; "Em wek nivîsakarên kurd bi fikrên xwe bi armanca nivisa xwe di xweseriya demokratîk de jî xwediyê hêz û tevgerbin. Armanca me ewe ku em ji pirisgirêk û astengiyên pêşiya wêjeya kurdî re çareyê bibînin û pêşde bibin. Ji bo wê jî rol û mîsyonek mezin dikeve ser milê nivîskar û wêjevanên kurd.

(ha-şa/zt)