Jinên Seyhanê bertek nîşanî şaredariyê dan

09:44

Fîlîz Zeyrek /JINHA

EDENE - Jinên Seyhanê ên ku bi guhertina hewayê û lêkirina baranê re malê wan di bin avê de maye bertek nîşanî şaredariya CHP û MHP'ê dan. Jinan diyar kirin ku bi salane pirsgirêkên wan ne hatine çareser kirin û gotin eger pêwîst hebe, dê wek tax biçin şaredariyê û bertekên xwe bînin ziman.

Edene ya ku di mehên havînê de bi germahiya xwe tê nasîn, zivistanê jî welatî rastî pirsgirêkên din tên. Ji ber pirsgirêkê kanalîzasyonê welatiyên ku li kolana 38039 ya taxa Dumlupinar a navçeya Seyhana Edenê dijîn, bi lêkirina baranê re malê wan di bin avê de ma. Hatûn Eker a 65 salî bertek nîşanî şaredariyê da û diyar kir ku ew bi salane serî li şaredariyê dane ku pirsgirêkê wan çareser bikin lê şaredarî tû xebat di vî warî de nedane meşandin. Xatûn destnîşan kir ku bi lêkirina baranê re weke her sal ew di rewşên xirab re derbas dibin û wiha got: "Berî hilbijartinê ji bo ku deng ji gel bigrin, soz didin ku van pirsgirêkên heyî çareser bikin. Lê piştî hilbijartinê me ji bîr dikin."

'Şaredarî bi salane pirsgirêkê me çareser nake'

Sakîne Bûyûk a 32 salî ku dayîka du zarokane û li heman taxê dijî ji şaredariyê bi gazince. Sakîne anî ziman ku bi salane şaredarî pirsgirêkê wan çareser nake û got ji ber ew di qata zemîn de jiyan dikin bi tirs radikevin. Sakîne wiha domkir: "Di mehên zivistanê de tirsa me ew e ku baran lêke û malê me di bin avê de bimîne ye. Şaredarî xebatek li vir nade meşandin. Ji ber ku li vê taxê welatiyên xizan dijîn şaredarî xizmet nake. Ji ber ku av li kolanê kom dibe zarokê me nikarin bileyzin jî. Bi lêkirina baranê re kanalîzasyon dixitime û av hemû bi ser kolanê dikeve. Ji ber vê zarokên me nexweş dikevin û bi rojan ji ber bêhnê em nikarin xwarinê bixwin." Sakîne ji bo çareserkirina pirsgirêkê heyî bang li Şaredariya Bajarê Mezin a Edenê ya MHP'ê û Şaredariya CHP'ê ya navçeya Seyhanê kir û got eger pêwîstî hebe em ê wek tax biçin şaredariyê û bertekê xwe nîşan bidin.

'Mehên zivistanê dibe kabûsên me....'

Gûlten Yolcu jî wiha bertekên xwe anî ziman: "Her meh em bacê xwe didin lê em xizmetek beramberê wê nabînin. Çawan ku em bacê xwe didin divê ew jî wiha xizmetê taxê bikin. Êdî bese çima em her dem van pirsgirêkan dijîn. Zarokên me di rewşên xirab re derbas dibin. Ev pirsgirêkek cidiye, eger baranek kêm lêdike û me dixe nava vê rewşê, lehî rabe tevî zarokên xwe em ê li vir bifetisin. Wê demê kî wê hesabê vê yekê bide. Em dixwazin ku şaredarî erkên xwe bi cih bînin. Li ser kursiyê xwe rûdinin ev pirsgirêk wiha nayê çareser kirin. Pêwîste serokên şaredariyê bikevin nava welatiyên xwe û pirsgirêkê wan guhdar bikin."

(rc)