Jinên Colemêrgê: Farqîn û Nisêbîn nebitenêye
09:45
JINHA
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê li hember dibin qedexeya derketina kolanan de qirkirina sivîlan bertek nîşanî rayedarên dewletê dan û bang li hemu gel kirin li Farqîn û Nisêbînê xwedî derkevin.
Di konsepta şerê AKP'ê dayî despêkirin de dorpêça bajaran û dibin qedexeya derketina kolanan de qirkirin berdewam dikin. Qedexeya derketina kolanan piştî 9 rojan li Cizîrê niha jî li Şirnex, Nisêbîn û Farqînê berdewam dike. Di derbarê qirkirinên li Kurdistanê dibin dorpêça bajaran de berdewam dikin de jinên Colemêrgê bertek nîşanî berpirsiyarên dewletê dan.
Dayika bi navê Dewlet Harmanci dest nişan kir ku ew naxwazin Farqin û Nisêbîn jî weke Cizirê lê bên û wiha axivi; "Em naxwazin ku ti cihên Kurdistanê bên bombebaran kirin êdi bila kurd neyên qetil kirin. Êdî bese ma Erdogan ji xwinê têr nebu ye? Ez ji Serokomar Erdogan dipirsim gava ku qedexa derketina kolanan ani ser bajarekê an ji navçeyekê dê çi bidestbixe? Ma gelo dê bi vî awayî vî gelî rawestine? Ewê wiha aştiyê bîne? Bila bizane ku emê roja hilbijartinê bersivê bidin wan. Bila Farqîn û Nisêbîn weke Cizîrê lê neyên. Bi hovane mirovan qetildikin. Wan nesîbê xwe ji însaniyê negirtine. Bi zorê nikare me ji axa me biqetîne. Emê heya dawiyê li ser axa xwe berxwedana xwe mezin bikin. Divê herkes bi vê hişmendiyê tevbigerin. Niha Dora Farqîn û Nisêbûnê ye divê her kes li hemberî van qirkirinan dengê xwe bilind bikin. Yên dengê xwe dernexin dê roja wan jî bê. Ji bo wê jî divê beriya her tiştî em bibin yek û bi hev re mafê xwe bixwazin."
Dayika bi navê Gurbet Çifçi ji da xuyakirin ku ew aştiyê û aramiyê dixwazin û wiha domand; "Ez dayikim ezê çawa bixwazim ku yan gerila yan jî leşker bimirin. Ez li hemberi kuştina mirova me. Bila êdi aştî, û aramiyek çêbibe. Aştî xwediyê wate û giringiyek mezine, divê wiha bi hêsanî nêz nebin. Birastî jî pêdiviya gelên li ser vê axê dijîn êdî bi aştiyek mayînde heye. Ji ber wê ye li gel her şert û mercan carekdinê dibêjin aştî. Heta dayîkên di vî şerî de zarokên xwe winda dikin, ji bo ti zarokên dinê nemirin aştiyê dixwazin. Dayîkek ya zaroka xwe windabike û serde jî aştiyê bixwaze tiştek gelek mezine, divê biçuk lênenêrin. Dema ku niyetên Serokomar Erdogan ên aştiyê hebana şer û qawusek wiha nedixist nava welat, qedexeya derketina kolanan ne di anî Kurdistanê. Niha jî li Farqîn û Nisêbînê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Bila êdî ev şer bidawî bibe û bes xwîn bê rijandin."
Gurbet bang li hemû kesê kir ku li Farqîn û Nisêbînê xwedî derkevin û li hemberî şer berxwedanê li her derê belav bikin.
(zyd/zt)