Zarok dibêjin em êdî tiştek hîsnakin

10:07

Rojda Oguz-Nişmiye Gûler/JINHA

WAN - Li gundê Tepedem piştî pêvçûna leşker û hêzên HPG'î, gelek welatî ku di navde zarok jî heyî hatin bin çavkirin. Zarokên bi nav Suzan Karabulut û Şahîn Can ên ku hatine bin çavkirin û piştî lêpirsînê hatin berdan, wiha gotin dervî hestê tirsê em tiştek din hîsnakin.

Di êrîşa li ser gundê Tepedem ya navçeya Qelqeliya Wanê de 2 HPG'î di encamê pêvçûnê de jiyana xwe ji dest dan û 3'ê sivîl jî birîndar bûn. Tevî Hevşeradara Qelqeliyê Handan bagci, BDP û HDP'î jî di navde 35 kes hatin binçav kirin. Di nav kesên ku hatine bin çavkirin de, zarok û kesên temenê wan mezin jî hebûn. Zarokên bi navê Suzan Karabulut (16) Şahîn Can (13) piştî ku îfadeya wan hatin girtin hatin berdan. Hat dîtin ku Suzan û Şahîn di bin bandora buyerê de mane.

'Li qerekol bi saetan em hatin rawestandin'

Suzan di derbara sala nû ya perwerdê de ji ajansa me re axivî. Suzan diyar kir ku, ji ber xwendinê ew neçar maye ji gund derê û li wergeha xwendevanan bi cih bibe. Suzan anî ziman ku keya yê gund li wê geriye ku bighîne gund û wiha domkir: "Du caran me hewlda ku em ji riyên cuda biçin gund lê rê girtî bûn. Cara siyemîn em neçar man di riya axê de biçin û em rastî gundê ku lê pêvçûn heye hatin. Li wir em 15 deqe rawestiyan piştre dema me xwest em ji gund derên me girtin bin çavan û birin qerekolê. Dema ku pêşiya me girtin ez gelek tirsiyam. Gule berdan wesayîta me û gotin 'xwe bavêjin erdê'. Piştre jî me birin qerekolê û bi saetan dan rawestandin."

'Dozger pirsa riyên ku ez neçûbûm kir'

Suzan da zanîn ku roja ew hatî bin çavkirin hatî berdan lê ji bo îfade bigrin cardin gazî wê kirine û wiha got: "Dozger pirsa 'çi karê te li wir hebû, çima tu çû wêderê' kir. Min jî wiha bersiva dozger da 'ji bo ku ez biçim 'Çubuklu yê' neçar mam ji wir biçim, ji ber hemû rê girtîbûne'. Dema ku îfadeyê min digirtin dozger ez gelek tangav dikirim. Pirsên hişk ji min dikirin. Riyên ku ez neçûme ji min dipirsiya. Ma ez riyê ku têre neçûme çawan bidim nasîn. Ji xwe berî wê tu caran ez neçûme gundê Tepedem ê. Wê rojê cara yekem ez neçar mam ku biçime. Ez ji wesayîtê qet peya nebûm lê pirsên ku ji min hatine kirin wekî ku ez wir nasdikim hatin pirsîn."

'Me li erdê dirêj kirin û lêkolîn kirin'

Şahîn Can ê ku di encama pêvçûnan de birayê wî birîndar bûye wiha got: "Dema ku min bihîst birayê min birîndar bûye, min berê xwe da nexweşxanê. Bi 4 tangan riya me qutkirin. Me li erdê dirêj kirin û piştî lêkolînê em birin qerekolê. Min bêhna ku birayê min birîndar bûye nedît, tenê min bihîst. Ji xwe ji cihê buyerê ez dûr bûm. Birayê min agahîda ku ew birîndar bûye li ser vê yekê ji bo ku em xwe bighînin wî me bazda. Dema ku min li erdê dirêj kirin ez gelek tirsiyam."

'Dervî hestê tirsê tiştek din hîsnakim'

Şahînê ku di bin bandora bûyerê de mayî wiha got: "Di wê bihnê de çibû û min çi jiyan kir ez nizanim. Dervî hestê tirsê min tiştek din hîsnekir. Dozger ji min pirsa, birayê te çawan birîndar bûye û tu çima bazdayî kir. Min jî her tişt jêre got."

(rc)