Arîn bû bi hezaran û vegeriya ...
11:19
JINHA
AMED - Arîn Mîrxan ji aliyê jinên ku ew pêşenga xwe hilbijartîn ve hehat jibîrkirin. Hevseroka Fedresyona Êzidiyan a berê Leyla Ferman diyar kir ku Arîn Mîrxan li hember şerê bêromet ê DAIŞ'ê dida meşandin bû sembola rometê û got: "Gel nîşanî her kesê da ku li hemberî hişmendiya DAIŞ'ê bi hezaran Arîn hene."
Di roja 20. a Berxwedana Kobanê 5'ê Cotmeha sala 2014'an de Fermandara YPJ'ê Dilar Gencxemîs (Arîn Mîrxan) çalakiya fedayî pêkanî û bû sembola berxwedana jinan. Piştî çalakiya Arîn hemû zarokên hatin diniyayê navê Arîn lêhatin kirin û zarokên navê wan Arîn bi cesur mezin dibin. Girêdayî şihadeta Arîn Mîrxan Endama Diplomasiya KJA yê Ayşe Gokkan nirxandin kir. Ayşe da zanîn ku Arîn ji bo jinên cîhanê bûye sîmgeya tekoşînê.
'Arîn Mîrxan azadiye'
Ayşe destnîşan kir ku Arîn Mîrxan ji bo wê azadiyê îfade dike, ji bo azadiya hemû mirovahiyê bedena xwe azad kir. Ayşe bilêv kir ku di heman demê de Arîn bûye sedema azadiya Girê Sipî jî û wiha domand: "Arîn Mîrxan Kobanê ye. Wê bedena xwe parçekir, giyan û romana xwe azad kir. Arîn Mîrxan xwediyê wateyek ewqas mezine ku danasîna wê gelek zore. Jinên li Girê Sipî dibin çarçavên reş de bi dîtina YPJ'ê re ew çarçav rakirin ji ser bedena xwe. Weke rengdayîna kincên li ser bendena xwe giyana xwe jî rengîn kirin. Ji bo wê jî Arîn Mîrxan kincên meyên rengîne."
'Arîn hêza hişmendiya deshilat şikand'
Ayşe rengê Arîn Mîrxan ser Rojava wiha anî ziman: "Ew rengê azadiya gelane. Gelek rêxistinên cîhanê, rêxistinên jinan û gelek jinan Arîn Mîrxan weke berxwedanê dibînin û rêya wê weke nexşerê ji bo xwe dizanin. Arîn Mîrxan bi berxwedanek mezin tank, top û tifengên hişmendiya deshilatdar ên bûyîn DAIŞ parçekirin. Arîn hêza deshilatiya mêran şikand û giyana tekoşîna jinan mezin kir. Rêxistinek terorê ya DAIŞ'ê derxistina holê ne tesadufeke. Tayîbetî jî êrîşên wan ser jinan û şikandina hêza jinan berdewam dikin. Lê Arîn bi fedekariyek mezin bersiva êrîşên wan da. Hêza deshilatiya mêran di Kobanê de şikand."
'Navê her zarokên hatin dinê bûn Arîn'
Endama Komeleya Federasyona Êzidiyên Ewrupayê Leyla Ferman diyar kir ku Arîn Mîrxan ji bo gelên cîhanê û jinan bû sembola berxwedanê. Leyla da zanîn ku Arîn bû sembola tekoşînek biromet û azadiyê û wiha domand: "Em dibînin li cîhanê zarokên tên dinê dayîk û bavê wan navê Arîn lê dikin. Arîn weke navê xwe bêmirin bûye. Belê dibe ku Arîn bi fîzîkî ji nava me çuye lê bi hezaran Arîn hatin dinê. Li hemberî hişmendiya DAIŞ'ê bi hezaran zarokên navê wan Arîn mezin dibin û bi hezaran jinên xwedî cesaret hene."
'Bi saya wan Kobanê azad bû'
Leyla bilêv kir ku giyana Arînê bandora heqîqet û bêmirinbûnê li ser gelê Kurd kiriye û wiha berdewam kir: "Arîna sembola aştî û wekheviyê, di rastiyê de ji bo jinan bûye destdayîna hev û azadiya jinan avakiriye. Di salvegera şihadeta tekoşera azadiyê Arîn Mîrxan de dibêjim ticarî şehîd namirin. Emê weke jin di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Ji bo bûyîna layêqê şehîdên xwe emê ticarî tekoşîna xwe di nîvî de nehêlin. Arîn li hember şerê bêrometê DAIŞ'ê dayî despêkirin bû sembola rometê. Wê û hevalên xwe şoreş hînî me kirin û bi saya wan Kobanê azad bû. Em minetdarê wanin."
(zt)