Li Farqînê di serdegirtina polîsan de testa nimêjê !

11:43

JINHA

AMED - Di roja 4'an de li Farqînê qedexeya derketina kolanan berdewam dike. Li navçeya ku lê berxwedan berdewam dike de ji duh êvarî ve serdegirtinên malan berdewam dikin. Di serdegirtinan de tîmên tayîbet bi dehan kes bi îskencê girtin binçavan. Hat zanîn ku di serdegirtinan de polîsên tîmên tayîbet çek dirêjî zarokan kirine û pirsên "Hun nimêjê dikin?" ji welatiyan pirsîne.

Di roja 4'an de li Farqînê qedexeya derketina kolanan, êrîş û serdegirtinên malan berdewam dike. Li taxên Feridun, Konak, Mescit û Tekel ê polîsan derê malan şikandin û di malan de lêgerîn kirin. Duh bişev ji 7 heya 70 salî welatiyan hêzên dewletê protestokirin, daketin pace û balkonan û çalakiya dengderxistinê pêkanîn. Li ser Cadeya Amedê ya li Taxa Rezan polîsan raste rast derdorê gulebaran kirin û gelek bombeyên gazê avêtin kolan û cadeyan.

Hat zanîn ku bi gelek wesayîtên zirxî polîsan ser mala ku xwediyê wê nehat zanîn a li ser Cadeya Gul a di nava taxên Rezan û Feridun de girt. Di serdegirtinê de kesek ê nav nehat zanîn hat binçavkirin û li gorî şahidên bûyerê polîsan hewşa malê dikolan.

Li Taxa Tekelê jî tîmên tayîbet derê mala dayîka 6 zarokan kader Yaman şikandin û tiştên di malê de anîn rewşa neyên xebitandin. Di nava malê de polîsan çek da serê zarokên Kader û pirsên "Hun nimêj dikin?" ji kesên di nava malê de pirsîn. Dema ku Kader bersiva "Belê em nimêj dikin" daye nihek polîsan gotinên weke "hun nimêjê nekin ji ber hun kafirin" kirine. Bi îskencê Kader Yaman girtin binçavan.

Di 4 taxan de bi dehan kes girtin binçavan. Navê hinek welatiyên girtin binçavan wihane; Hayrettin Ozturk, İlhan Ozturk, Sakine Bilen, Medine Bilen, Vahdettin Bilen, Omer Bilen, Encumanê şaredariyê Kerem Yilmaz û bavê wî Omer Yilmaz, xebatkarê şaredariyê Riza Kurtar, xebatkarê şaredariyê Necat Yuzkan, Muzafer Yaman, Kader Yaman, Faysal Aksu, Ahmet Solmaz û xwendekarek lîsê yê (17)

(be-sg/zt)