Heyeta Mafê Mirovan: Di operasona Nisêbînê de kesên derveyî qeyîdan cîh digirin!
12:32
JINHA
MÊRDÎN - Hiquqnas û parêzvanên mafê mirovan ên di ketina Nisêbînê de tên rawestandin gotin: "Di operasona Nisêbînê de kesên ji derveyî qeyîdan cîh digirin."
Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê qedexeya derketina kolanan di roja 5'an de berdewam dike. Ketin û derketina navçeyê ji aliyê leşker û polîsan ve tê astengkirin. Heyeta ku ji Baroya Mêrdînê, Komeleya Mafê Mirovan û Şaxa Komeleya Hiquqvanên Mezopotamya ya Mêrdînê duh dema ku xwestin têkevin navçeyê destur nehat dayîn.
'Abargoya zexîre û xwarinê ser navçeyê heye'
Heyetê çavdêriyên xwe wiha anî ziman: "Konvoya ji 80 wesayîtên STK, HDP û parlementeran pêktê li ser rêyên Nisêbîn-Mêrdîn-Qoserê ji bo hewildanên ketina hindirê Nisêbînê geriyan ser rêya Îpek xwe gihandin ketina navçeyê. Li wê rastî barîqata fermî hatin û destur nayê dayîn têkevin navçeyê. Di hevdîtinên parlementeran de tiştek nehat bidestxistin, ji bo wê jî girse li benda desturê sekinîne. Agahiyên li navçeyê topbaran berdewam dike û elektirîk hatiye birîn hat girtin. Bi dirêjkirna qedexeya derketina kolanan re zexîre û xarin nemane."
Ew kesên derveyî qeyîdan kîne?
Heyetê da zanîn ku wan welatiyên di êrîşan de birîndarbûne Mehmet Ermez (17), Ozgur Çiray (37), Cemil Hemsi (25), Musa Akçin (65) û Jiyan Erçik (14) ziyaret kirin û wiha berdewam kirin: "Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, di operasona Nisêbînê de kesên ji derveyî qeyîdan cîh digirin. Bi qedexeya derketina kolanan re mafê welatiyan ê jiyanê ji destê wan tê girtin. Li gorî daxuyaniya dawiyê ya Waliyê Mêrdînê tiştek şînber di derbarê rakirina qedexeya kolanan de tineye."
(gc-at/zt)