Jinên Şirnexê; Lîstokên zarokên me bûne çek
10:33
Mizgîn Adim/JINHA
ŞIRNEX - Êrîşên li ser Şirnex’ê bi hemû hêzan xwe dawan dikin. Li Şirnexê her roj jin, zarok, ciwan tê kuştin û mal û dikan tên xerab kirin. Zarokên bi navê Sabrî û Ahmed Sûne yên ku di encama êrîşan de mala wan xerabûye diyar kirin ku kolanên wan di bin êrişan de ne û ew êdî nikarin li kolanan bi leyzin.
Ev çend rojîn êrîşên dijwar li ser gelê Şirnex’ê berdewam dike. Li hember êrîşan berxwedan gel li kolanan berdewam dike. Ji nava kolanan qet dengê duruşme û tililiyên dayîkan kêm nabe. Dewleta ku bi hemû hêza xwe êrîşî kolanê Şirnexê dike mafê jiyanê ji bo welatiyan nahêlin. Bi van êrîşan dixwazin Şirnexê valabikin. Lê jinê Şirnexê dibêjin ku malê wan keda wane û ew dev ji keda xwe bernadin. Dîsa kesên ku li hember van êrîşan herî zêde tesîr dibin zarokin. Zarokên aşityê dixwazin diyar kirin ku ji ber êrîşên ser kolanên wan ew nikarin di kolana de bi leyzin jî.
‘Pêlîstokê zarokê me jî hemû bûne çek’
Sabrîye Îrmez a ku di encama êrîşan de dikana wê xerabûye diyar kir ku tu tiştek ji wan re ne meye. Sabrîye got ku zarokê wan gelek ji şer bandordibîn û ev tişt anî ziman: “Pêlîstokên zarokên me jî hemû bûne çek. Zarok gopalan weke çekan digirin destê xwe, hinek ji wan dibin gerila û hinek jî dibin polîs û wiha li hemberî hev şer dikin. Êdî lîstok û hemû jiyana zarokên me bûye şer.” Sabriye da zanîn ku tevî hemû êrîşan jî dev ji mala xwe bernedane û wiha axivî: "Şev û roj em di van dikanan de di xebitin keda me bûye dikanên me."
‘Hinek wijdan…’
Halîma Kabûl a ku mala wê jî di êrîşan de zirar dîtiye got ku polîsan avêtiye ser malên wan û ji wan re gotine; “Çima xaniyê we vala ye?” Halîme got ku polîsan tevî temenê bavê wê mezine jî bi zorê derxistine ber derî û wiha behsa wê memê kir: "Me hemûyan avêtin erdê min jî ji wan re got ‘bila piçek wijdan di serê we de hebe ev zarok bila têkevin hûndir hûn çi dikin bikin.’ Li ser van gotinên min bi hemûyan re şer kirin.”
‘Bila tiştek li mirovan neyê bila malê me xerabibin’
Gulê Yanak jî behsa bûyerê kir û diyar kir ku polîs bi weseyîtên zirxî ketine ber derê wan û her bi bombe atar û gule avêtine taxa wan. Zahîde Yanaka 11 salî got ku dema êrîş birine ser taxa wan ew razayîbûne. Zahîde destnîşan kir ku piştî êrişê gelek deng derketiye û ev tişt anî ziman: "Dema deng derket ez gelek tirsam. Dema polîsan tiştan davêt mal di hejiya. Polîsan me derxist derve, em hemû giriyan. Bapîrê min kal jî bi zorê bi destê wî jî girtin û avêtin ber derî.” Zahîde dazanîn ku ew aşitiyê dixwaze û ev tişt anî ziman: "Ev qas bese bila tiştek bi kesî nebe bila malê me hemû xerabbibin.”
‘Em bi setan di malê de asê man’
Ahmed Sûne û Selîm Sûne du zarokên pismamê hevin jî diyar kirin ku ji ber şer êdî ew li kolanan nalîzin û wiha behsa şerê li mehela wan qewimiye kirin: "Dema teqîn pêk hat em li mal bûn û ji ber teqînan xanî bi ser me de hat xwarê.” Selim da zanîn ku dema bombe teqiya ye perçeyek wê li zikê wî jî ketiye û ji ber bombebarana polîsan bi setan di malê de asê me ne. Selî û Ahmed destnîşan kirin ku ew aşitiyê dixwazin û wiha dawî li gotinê xwe tînin: "Eger aşîtî pêk bê wê çi li kesî nayê, xanî xerab nabin, em azadî û aşitiyê dixwazin û Bijî Serok Apo.”
(ma/zt)