Li Stenbolê 15 siyesetmedar hatin girtin
10:36
JINHA
STENBOL - Li Stenbolê dibin çarçoveya qirkirina siyasî de 26 siyasetmedarên Kurd hatibûn bin çav kirin û piştî îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin 15 siyasetmendar hatin girtin.
Li Stenbolê di 2'ê cotmehê de di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de 51 siyasetmedarên kurd û ku di nav de rojnevan jî hatibûn, duh îfadeyên wan li dozgeriyê hatin girtin. Piştî îfadeyan heyeta dadgehê ji bo biryarê navber dan û pişt re biryara girtina 15 siyasetmedarên Kurd dan. Duh li dadgeha Çaglayanê Karên îfadeyên 27 kesan heya serê sibê li dadgehê berdewam kir. Duh êvarê heya saetê derengiya şevê îfadê siyasetmedaran hatin girtin û bi hinceta "Endamê rêxistinê bûn" 15 siyasetmedar hatin girtin.
Navên siyasetmedarên kurd ên hatin girtin wiha ne: Ayşe Karadag, Tengazer Yılmaz, Meliha Varişli, Ramazan Kirkpinar, Senar Ok, Emin Ang, Subutay Açık, Zafer Kirik, İsmail Kurt, Betul Katurman, Huseyin Gungor, Seyfettin Peker, Emin Acar, Abdurrahim Yazol û Cafer Aydoğmuş.
(ha/zt)