Zarokên Rojeva yên hatibûn binçav kirin hatin berdan
10:40
JINHA
ELÎH - 3'ê zarokên Rojavayi yên li Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Êlihê dihatin derman kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçav kirin. Piştî hevditinên wekilên HDP'ê zarok serbest hatin berdan.
Polîsan 3 zarokên Rojavayi yên li Êlihê dihatin dermankirin binçav kirin. Zarokên ku li Navenda Tenduristiyê ya Şaredariya Êlihê dihatin dermankirin û hatin binçavkirin, piştî hewldanên wekilên HDP'ê serbest hatin berdan.
Zarokên bi navê Buşra El Muhammed (17), Maha Ali (16) û Roza Muhyiddin (17), piştî hatin binçavkirin, li ser hewldanên wekila HDP'ê Ayşe Acar Başaran, Hevşaredarê Êlihê Sabri Ozdemir û Serokê Baroya Êlihê Ahmet Sevim serbest hatin berdan. Lê belê zarokên Rojeva sedema çi hatine bin çav kirin nehat zanîn.
(ha/zt)