Li Farqînê Hayriye ya 70 salî ku polîsan birîndar kiribû jiyana xwe ji dest da

11:44

JINHA

AMED - Li Farqînê di rewşa awarte de êrîşên polîs û tîmên taybet de bi giranî Hayriye Hudaverdî (70) birîndar bibû. Hayriye ya ku li nexweşxanê tedawî didît jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Farqînê ya Amedê piştî ku rêveberiya awarte hate îlankirin, polîs û tîmên taybet êrîşî gel kirin di 2 yê îlonê de jina bi navê Hayriye Hudaverdî (70) bi giranî birîndar bûyîbû. Hayriye ya li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl dihat dermankirin serê sibê jiyana xwe ji dest da.

Hate hînbûn ku cenazeyê Hayriye dê piştî otopsiyê li Farqînê bê definkirin.

(ha/zt)