Li Colemêrgê qursên çand û hunerê destpê dikin
09:47
JINHA
COLEMÊRG - Li Navenda Çand û Hunera Feqiyê Teyran a Colemêrgê bi duruşma "Huner lêgerîna heqîqetê ye" dê qursên hunerî bide despêkirin.
Navenda Çand û Hunera Feqiyê Teyran a Colemêrgê bi duruşma "Huner lêgerîna heqîqetê ye" dest bi vekirina qursên hunerî dike. Di derbarê xebatên xwe yên vekirina qursan de navendê daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wihaye; "Emê hunera Feqiyê Teyran bidin jîndarkirin. Ji bo em niha amadekariya qursên huneri yên weke şano, gîtar, govend, erbane, bilûr û xwendina helbestan dikin. Heya 10 rojên dinê dem heye ji bo qeyîdên qursan. Piştî 10 rojên din êdî qursên me bi fermî despêdikin. Em li benda hunerhezanin bên li vêderê qeyîdên xwe çêkin."
(zyd/zt)